Malbatên girtiyan banga piştevaniyê kirin 2022-01-05 14:55:11   ENQERE - Malbatên girtiyan ên serdana EMEP û DEVA’yê kirin, diyar kirin ku girtiyên nexweş êşa hevpar a Tirkikyeyê ye û banga piştevaniyê kirin.    Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin, ji bo daxwazên xwe yên ji bo tedawî û berdana xizmên xwe ragihînin serdana Navenda Giştî ya Partiya Kedê (EMEP) ya li Enqereyê kirin. Şandeya ku ji malbat û Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Umît Dede pêk dihat, Cîgira Serokê Giştî yê EMEP'ê Selma Gurkan û rêveberan pêşwazî kirin.    Xizma girtî Abdulselam Guler, Încî Guler a di serdanê de axivî diyar kir ku rewşa tenduristiyê ya birayê wî giran e û wiha got: “Li pêş çavên me kelemçe dikin û dibin nexweşxaneyê 28 sal in di girtîgehê de ye. Pismamekî min jî girtî ye, rewşa wî jî giran e. Rewşa girtiyên me gelek nebaş e. Em naxwaz in cenazeyên wan derkevin, bila niha werin berdan.”   GIRINGIYA PIŞTEVANIYÊ    Xwişka girtî Hamdûsena Ada, Reşahat Ada jî wiha got: “Nexweşiya dil pê re heye û rewşa wî giran e. Nayê dermankirin. Bi vî halî 16 rojan di hucreyê de di karantînayê de hiştin. Gelek caran emeliyat bû. Ji 100 mîtroyan wêdetir nîşanî me dan. Sedemê nexweşbûna wan ew in. Em aştî û edaletê dixwazin. Piştevaniya we girîng e.”   DAXWAZA AŞTÎ Û EDALETÊ    Hizal Yildirim jî bi lêv kir ku 3 sal in kekê xwe Mehmet Yildirim nabînin. Yildirim, a daxwaza aştî û edaletê kir, wiha got: “Bila girtiyên me yên nexweş berdin. Ligel ku cezayê wan xelasbûye jî nayên berdan. Em hatin vir alîkariya we ji me re lazim e. Piştevaniya xwe kêm nekin.”   ‘DIBE KU HÛN AGAHIYA MIRINA MIN BIGIRIN’   Herdem Mervanî jî dazanîn ku bavê wê 30 sal in di girtîgehê de ye û bi lêv kir ku rewşa wî ya tenduristiyê krîtîk e. Mervanî, anî ziman ku bavê wê di telefonê de gotiye ku “Dibe ku hûn di nav vê hefteyê de agahiya mirina min bibîhizin, ji her tiştî re amade bin” û wiha got: “Em çend caran li girtîgehê geriyan, gotinên binakok ji me re gotin. Ev serdema pandemiyê jî bû îşkence. Dibin nexweşxaneyê bi rojan di karantînayê de dimînin. Ji xwe girtiyên nexweş in. Ji aliyê dêrûniyê ve jî zehmetiyê dikişînin. Girtîgeha ku bavê min tê de bû hevalekî wî jiyana xwe ji dest da. Ev ji bo me tirsnak bû. Bavê min 30 sal in di girtîgehê de ye lê em dizanin ku wê înfaza wî bişewitînin. Ev hem bi awayî însanî hem jî bi awayî wijdanî ne rewşeke wisa ye ku mirov ragire. Ji me re çareseriyekê bibînin, tenê bila di rojevê de nemîne em dixwazin were çareserkirn. Çi ji destê kê were bila li cem me bin. Em demildest ji van pirsgirêkan re çareseriyekê bibînin.”   ‘BÊDENGÎ KARESAT E’   Bavê girtiyê nexweş Ciwan Boltan, Hakî Boltan jî wiha axivî: “Bêdengiya raya giştî karesateke. Me hîs kir ku ev tenê li Amedê çênabe. Di serî de desthilat me bang li partiyan kir, kesên randevu dan me çêbûn, ev ji bo gelek bi nirx e. Gelek zelal e ku desthilat çareseriyê pêk naîne. Ev êş ne ya herêmekê ye, ya Tirkiyeyê ye. Em dixwazin vî dengî bilind bikin û zextên li ser desthilatê zêde bikin.”   EMEP: DIVÊ GIRTIYÊN NEXWEŞ BÊN BERDAN   Cîgira Serokê Giştî yê EMEP'ê Selma Gurkan diyar kir ku binpêkirinên mafan ên diqewimin ji raporên ÎHD’ê û TÎHV’ê dişopînin û wiha got: “Polîtîkayên desthilatê yên dijminane bandorê li ser girtîgehan jî dike. Tiştên bi serê dayika Aysel Tûglûk anîn niha bi serê wê tînin. Divê di serî de girtiyên nexweş hemû girtiyên siyasî werin berdan. Daxwazên we daxwazên me ne. EMEP hemû binpêkirinên mafan dişopîne û wê bi we re di nava têkoşînê de be.”   SERDANA DEVAYÊ Malbatên girtiyên nexweş li gel Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Umit Dede serdana DEVA’yê kirin. Parlamenterê DEVA’yê Mustafa Yeneroglu û rêveberê DEVA’yê malbat pêşwazî kir. Li vir jî keça Abdul Halîm Kirtay Herdem Mervan jî anî ziman ku bavê wê 30 salin girtî ye û 5 salin girtiyê nexweş e û wiha got: “Di vê pêvajoya nexweşiyê de ji ber malbat nikarin biçim cem girtiyan malbat jî têne cezakirin. Sedema hatina me ya vir em dixwazin girtiyên nexweş û înfaza wan şewitiye serbest bêne berdan. Bavê Civan Boltan Hakki Botan  jî bertekên xwe nîşanî hikûmetê da û wiha got: “Bi êşa me kêfxweş dibin. Îqtîdar li ser êşên me siyasetê dikin. Divê em li dijî vê yekê bêdeng nemînin.