Agahiyê nadin malbata girtiyê hatiye sewqkirin 2022-01-05 17:15:00   RIHA - Malbata girtî Mehmet Kurt ê beriya 4 rojan bêyî agahî bidin tu kesê ji Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1’an a Kayseriyê hat sewqkirin, nayê agahdarkirin.    Mehmet Kurt (52) ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1’an Kayseriyê tê ragirtin, îro bi malbata xwe re bi telefonê ne axivî. Li ser Kurt li malbatê negeriya, malbat li rêveberiya girtîgehê geriya û hîn bû ku Kurt beriya 4 rojan sewqî girtîgeheke din bûye. Birayê Kûrt, Îdrîs Kûrt diyar kir ku bêyî agahiyê bidin wan hatine sewqkirin û wiha got: “Piştî me telefon li girtîgehê kir, em hîn bûn ku hatiye sewqkirin. Beriya 4 rojan sewq kirine lê ji me re nabêjin ku sewqî ku derê kirine. Dema em lêgeriyan agahî nedan me. Pişt re parêzerê me jî geriya lê rayedar dibêjin ‘Ji ber nepenîtiya agahiyan em nikarin bibêjin’.”   ‘EM JI JIYANA WÎ BI FIKAR IN’   Kûrt, bal kişand ser binpêkirinên mafan ên di demên dawî de li girtîgehan pêk tên û wiha axivî: “Her roj li girtîgehan agahiyeke binpêkirina mafekî din tê. Em ji jiyana birayê xwe bi fikar in. Par birayê min ji gewriya xwe emeliyat bû, şertên wan ên tenduristiyê xerab in. Weke malbat têkildarî rewşa wî ya tenduristiyê û li ku tê ragirtin fikarên me hene. Girtîgeh bersiva tu pirsên me nade, divê girtîgeh demildest têkildarî rewşa wî me agahdar bike.”