Burokratên qeyûm fona xizanan ji bo ger û geşta xwe xerc kirin 2022-01-06 09:01:03 MÊRDÎN - Burokratên ku qeyûm ew li Şaredariya Dêrikê bi cih kirine, hat diyarkirin ku fona ku di bin banê Midûriyeta Karên Civakî de ji bo xizanan hatiye veqetandin ji bo ger û geştê bi kar anîne.  Burokratên ku ji aliyê qeyûmê tayinî Şaredariya Dêrik a Mêrdînê hatiye kirin ve li şaredariyê hatiye bicihkirin, fona ku di bin banê Midûriyeta Karên Civakî de ji bo xizanan hatiye veqetandin ji bo ger û geşta xwe bi kar anîne. Li gor angaştê burokratên qeyûm Evren Çakir, ji bo 5 rojan ger û geştek kirine. Wekîlê Midûrê Karên Çandî û Civakî H.G., Wekîla Midûra Xizmetên Jin û Malbatê S.O. û Dîreoktorê Dêrik 47 Sporê tevli geştê bûn. Ev burokratên ji bo 58 rojan ji xwe re çûn Êlih û bajarên derdorê, bi hezaran lîre pere xerc kirin. Gava vegeriyan Dêrikê jî fatûreyeke giran berpêşî şaredariyê kirin.    Burokratan, mesrefa ger û geşta xwe wekî diyariyên ji bo malbatên esker û polîsên mirine kirîne kirin fatûre. Tabloya ku Wekîlê Midûrê Xizmetên Darayî Y.G. ve hat çêkirin, ji bo îmzeyê berpêşî qeyûm Evren Çakir hat kirin.    DIXWAZIN SER WÊ BIGIRIN   Hat hînbûn ku piştî hatiye hîn ku budçeya ji bo xizanan ji bo geşta şexsî ya burokratan hatiye xerckirin, ev yek bû cihê nîqaşan. PIştî bûyer mezin bûye hin personelên ku tirsiyane dê derbarê wan de lêpirsîn bê destpêkirin hevdîtin bi qeyûm Evren Çakir re kirin. Gava têkildarî mijarê qeyûm Çakir hat serwextkirin, di vê navberê de rêvebirên AKP'ê yên Dêrikê jî hay ji meseleyê çêbûn. Lê tevî hemû nîqaş û gengeşiyan jî kesên ev mesref kirine hê jî lis er kar in û hat diyarkirin ku ji bo şaredarî bi bûyereke werê neyê hetîketkirin ser bûyerê tê girtin.    PARVE KIRIN, BI DÛ RE JÊ BIRIN   Rayedarekî şaredariyê ku me hevdîtin pê re kir, anî ziman ku qeyûm Çakir hay ji meseleyê heye. Rayedar îdia kir ku bi taybetî rêvebirên AKP'î zorê didin derdorê ku şaredarî bi vî awayî neyê hetîketkirin. Rayedar, da zanîn ku perosnelekî buroyê têkildarî mijarê li ser hesabê xwe yê medyaya sanal hin tişt parev kirine, lê paşê ew parvekirin jê birine.   MA / Ahmet Kanbal