Parêzer Dalkiran: Bêxemiya Gencer hêza li pişta wî nîşan dide 2022-01-06 09:01:04 ÎZMÎR - Parêzer Zohre Dalkiran ku doza Denîz Poyrazê nirxand, anî ziman ku hewl didin ku hêzên şi pişt vê qetşîamê aşkere bikin.  Di 17'ê Hezîranê de Onûr Gencer êriş biribû ser avahiya HDP'ê ya Îzmîrê û li avahiyê xebatkara partiyê Denîz Poyraz kuştibû. Danişîna ewil a têkildarî vê etliamê di 29'ê Kanûna 2021'ê de hatibû lidarxistin. Li hêwana dadgehê liv û tevgerên kujer Onûr Gencer û heqaretên wî yên li malbata Poyrazê bûn cihê bertekan. Heyeta dadgehê di danişîna ewil de bêyî ku beyana parêzeran wergire danişîn taloqî 24'ê Çileyê kiribû.    Endama Hiqûqnasên Ji Bo Demokrasiyê (DÎH) Parêzer Zohre Dalkiran tiştên di danişîna ewil de nirxandin. Dalkiran, diyar kir ku hêzên demokrasiyê, saziyên hiqûqê û rêxistinên jinan bi awayekî xurt tevli danişînê bûne.    LIV Û TEVGERÊN KUJER   Dalkiran bal kişand ser bêxemiya kujer Gencer a li hêwan dadgehê û got: "Jixwe hê di destpêka lêpirsînê de wisa rihet tevdigeriya. Hereketên wî yên tehrîkkar ên li hemberê malbata Denîzê û kesên din ên li hêwana dadghê em aciz kirin. Di danişîneke ew qas qereblaix de, wisa bi rihetî tevgeriya. Ev yek jî nîşan dide ku dixwaze xwe wekî lehengekî bide der. Me ji heyeta dadgehê xwest mudaixle bike, lê heyetê tenê carekê ew hişyar kir,î lêe w jî bi zimanekî nerm. Helbet ev yek tu bandor li kujer nekir. Ji serê danişînê heya dawiya wê wisa rihet tevgeriya."    'NE ÇALAKIYEK ŞEXSÎ YE'   Dalkiran, bal kişand ser bêcezatiya di dozên bi vî rengî de û destnîşan kir ku lê dê nehêlin doza Poyrazê bi bêcezatiyê bi dawî bibe. Dalkiran, anî ziman ku ji lew re ev ne dozeke şexsî ye û got: "Ji bo hemû tiştên di vê bûyerê de derkevin ortê çi ji destê me bê em ê bikin."    DÊ HÊZA LI PIŞT WÎ BÊ LÊPIRSÎNKIRIN   Dalkiran, bilêv kir ku ji bo aşkere bikin bê ka kujer Gencer hê ji kê û ku derê stendiye û kesên tiliya wan di vê kuştinê de kifş bikin li ser dosyeyê dixebitin. Dalkiran, diyar kir ku dê di danişîna dudoyan de îfadeya bersûc bê girtin û got: "Dê bersûc bê lêpirsînkirin. Dê daxwazên baroyan, rêxistinên jinan û saziyên tevli vê danişînê bûne jî bên guhdarkirin. Amadekariyên me jî didomin. Ji bo danişîna dudoyan jî wekî ya ewil derbas bibe dê xebatên me yên ji bo beşdarbbûnê bidomin."    MA / Ozlem Yayan