Rojnamevanên ji Doza Helîkoptêrê dihatin darizandin beraet bûn 2022-01-06 11:24:22   WAN - Rojnamevanên ji Doza Helîkoptêrê dihatin darizandin ji sûcdariya “endamtiya rêxistinê” hatin beraetkirin. Lê dadgehê bi hêceta “propagandayê” salek û sê meh ceza li rojnamevan Nazan Sala birî.    Li navçeya Şaxê ya Wanê di meha îlona sala 2021’an de leşkeran oprasyon li dar xistibû û welatî Servet Turgut û Osman Şiban binçav kiribûn. Leşkeran her du welatî ji helîkoptêrê avêtibûn. Ajansa me Mezopotamya û Jin Newsê vê bûyerê kiribû rojeva raya giştî û deng vedabû. Piştî vê dengvedanê nûçegihanên ajansa me Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr, nûçegihana Jin Newsê Şehrîban Abî, rojnamevan Nazan Sala ji ber nûçeyên avêtina welatiyan a ji helîkoptêrê çêkiribûn nûçe hatibûn girti. Nûçegihana ajansa me Zeynep Durgut jî bi heman hêcetê negirtî dihat darizandin.    Her çar ronamevan piştî 6 mehan hatin berdan. Rojnamevan negirtî hatin darizandin. Îro danişîna 4’emîn a doza rojnamevanan li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat lidarxistin. Rojnamevan Adnan Bîlen, Cemîl Ûgûr û Nazan Sala bi tevlî parêzerên xwe re beşdarî danişînê bûn. Rojnamevanên din hêcet nîşan dan û beşdarî danişînê nebûn.    Dadgehê biryara xwe eşkere kir û ji sûcê “endamtiya rêxistinê” rojnamevanan beraet kir. Dadgehê bi îdiaya “propaganda rêxistinê” salek û sê meh ceza li rojnamevan Nazan Sala birî.