Girtî: Li Girtîgeha Sêwrêgê kalorîfer nayên pêxistin 2022-01-06 13:49:01   RIHA - Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1’an a Sêwregê tên ragirtin, diyar kirin ku kalorîfer nayên pêxistin.    Parêzer Serdar Tum ê bi muwekîlê xwe yê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1’an a Sêwregê re hevdîtin kir, diyar kir ku girtiyan binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ji wî re ragihandine. Tum, dazanîn ku muwekîlê wî gotiye gelek caran kalorifer nayên pêxistin, dema hatin pêxistin jî 1-2 saetan tenê tê pêxistin. Tum, bi lêv kir ku pirtûkên ku di komîsyona xwendinê de derbas dibin, tên komkirin û dibin mijara lêpirsînê. Tum, destnîşan kir ku muwekîlê wî jê re gotiye ku demên axaftinên telefonê yên heftane yên bi malbatê re ji 20 deqîqeyan daxistine 10 deqîqeyan.    Tum, diyar kir ku tiştên li girtîgehan diqewimin binpêkirinên mafan ên giran in û anî ziman ku Sêwreg zivistanan gelekî sar e û tu raveya pênexistina kalorîferan nîne.    Hat hînbûn ku girtiyan têkildarî pirsgirêkên jiyan de ji Dadgeha Înfazê û Dozgeriya Sêwregê re daxwazname nivîsandine lê bersiva wan nehatiye dayîn.