Girtiyên ku lêgerîna nava dev red dikin sewqî nexweşxaneyê nayên kirin 2022-01-06 15:31:36 WAN - Girtiyên li Girtîgeha Bafrayê ji ber ku lêgerîna nava dev qebûl nakin, sewqî nexweşxaneyê nayên kirin.  Girtiyên li Girtîgeha Bafraya Samsûnê ya Tîpa T’yê tên ragirtin, bi sepana lêgerîna nava dev re rûbirû mane. Girtî ji ber lêgerîna nava dev qebûl nakîn, sewqî nexweşxaneyê nayên kirin. Leşker dixwazin li nava devê girtiyan lêgerîn pêk bînin lê girtî vê yekê red dikin û lewma sewqên wan bo nexweşxaneyan tên redkirin. Derbarê girtiyên ku li dijî sepanê derdikevin de kiriyara dîsîplînê tê destpêkirin. Hat zanîn ku girtî Bîlal Akbaş ê li dijî vê sepanê derketiye cezayê dîsîplînê lê hatiye birîn.