ATO: Hezar û 941 zarok li girtîgehan di bin tecrîdê de ne 2022-01-06 15:45:20   ENQERE - Endama Lijneya Rêveberiya ATO’yê Dr. Ayşe Ûgûrlû diyar kir ku hezar û 941 zarok li girtîgehan tên ragirtin û hişyar kir ku îhtîmala ku zarokên di bin tecrîdê de zirarê bidin xwe û derdora xwe zêde dibe.    Komîsyona Mafên Mirovan a Odeya Bijîjkan a Enqereyê (ATO) ji bo balê bikişîne ser zarokên di girtîgehan de tên ragirtin, bi serenavê “Nabe ku zarok di girtîgehê de be” civîna çapemeniyê li dar xist. Rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Nûray Çevîrmen û Sevîl Tûrgût jî beşdarî civînê bûn.    Serokê ATO’yê Alî Karakoç ê di civînê de axivî ewilî bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş. Karakoç, diyar kir ku di girtîgehan de bi ser hezar û 400’an girtiyên nexweş hene û wiha got: “Me got, eger sererastkirina înfazê çêbibe divê pêşî girtiyên nexweş û giran bên berdan, lê belê ev yek nehate bicihanîn û girtiyên siyasî ji sîstema înfazê bêpar hatin hiştin. Li gel biryara taloqkirina ceza jî gelek girtî ji aliyê desthilatdariya siyasî ve di girtîgehê de tên ragirtin. Di nava meha dawî de 6 girtiyan jiyana xwe ji dest dan.”   HEZAR Û 941 ZAROKÊN GIRTÎ   Pişt re Endama Lijneya Rêveberiya ATO’yê Dr. Ayşe Ûgûrlû diyar kir ku girtîgeh ji bo pêşketina zarokan ne cihên guncav in û wiha got: “Weke ku em dizanin li welatê me zarokên di navbera 0-6 salî de ji ber dosyayên dayikên xwe yên darizandinê, zarokên 12-18 salî jî ji ber dosyayên xwe yên darizandinê li girtîgehan tên ragirtin. Ji 31’ê Kanûna 2021’an ve hezar û 941 zarokên girtî û hikumxwarî li girtîgehan hene. Cezayê 566 zarokên hikumxwarî ku ji ber destûra Kovîd-19’ê li derveyî girtîgehê tê înfazkirin.   Girtina zarokan a li Girtîgehên Zarok û Ciwanan an jî li qawişên zarokan ên li girtîgehên ku mezin lê dimînin, berdewam dike. Di gelemperiya Tirkiyeyê li Enqere, Stenbol, Îzmîr, Hatay, Qeyserî, Tarsûs û Amedê 7 girtîgehên zarokan, li Enqere, Denîzlî, Stenbol û Xarpêtê jî 4 malên perwerdeyê yên zarokan hene.”   ‘TECRÎD RÊ LI BER TUNDIYÊ VEDIKE’   Ûgûrlû diyar kir ku, rewşa girtinê rê li ber şert û mercên tecrîdê vedike û destnîşan kir ku tecrîd bêhtir dibe sedem ku zarok zirarê bide xwe û hawirdora xwe. Ûgûrlû, xwest ku hemû zarokên di girtîgehan de bi awayekî ewle werin berdan û derbarê wan de bergiriyên parastinê û piştgiriyê werin girtin.    ‘DIVÊ PERGALA DADGERIYÊ WERE AVAKIRIN’   Ûgûrlû, ji bo zarokan avakirina pergala edaletê pêşniyar kir û wiha got: “Li gorî rapora salane ya sala 2020’an a Wezareta Edaletê, li Tirkiyeyê 22 dadgehên ceza yên zarokan û 112 dadgehên zarokan hene. Zarok zêdetir li dadgehên mezinan de tên darizandin.”   Dûre endama MYK’a ÎHD’ê Nûray Çevîrmen jî bi lêv kir ku zarok di bin tecrîdê de tên girtin, ji mafê xwe yê perwerdehiyê mehrûm dimînin û tundî li wan tê kirin. Çevîrmen, diyar kir ku daxwaza wan a ewil girtina girtîgehên zarokan e.