Nobeta Edaletê di roja 52'yan de ye: Dengê me bibihîzin 2022-01-06 16:20:27     AMED - Malbatên girtiyan ku dixwazin xizmên wan ên nexweş û înfazên wan hatine şewitandin bên berdan ev tişt gotin: "Êdî dengê me bibihîzin, bila ji girtîgehan derbest dernekevin."   Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin li Baroya Amedê dane destpêkirin di roja 52'yan de berdewam dike. Malbatên girtiyan ên ji bo hevdîtinan çûbûn Enqerê piştî hevdîtinên ku li kirin vegeriyan Amedê û tevlî nobetê bûn. Di çalakiyê de xizma girtî Fevziye Kolakan axivî û ev tişt got: "52 roj in em li vir in. Zarokên me tiştekî ne baş nekirine. Ji ber ku dixwazin bi zimanê xwe bijîn girtî ne. Bila zarokên me tedawî bikin. Bila ji girtîgehan darbest dernekevin. Bila destê xwe bidin ser wijdanê xwe û hemû girtiyên nexweş berdin. Êdî dengê me bibihîzin.    Di berdewamê de Kolakan ji bo nobetê bangî xizmên girtiyan kir û wiha axivî: "Bila dayika Emîne bibînin û bên vê nobeta edaletê. Em dengê xwe bilind bikin. Divê dayik bibêjin em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawîn li ber xwe bidin û vê zilmê qebûl nekin."   'JI SERMANA RANAKEVIN'   Dayika Gulistan Al ku li Girtîgeha Jinan a Qeyseriyê girtî ye Emîne Al jî destnîşan kir ku ji bo piştgiriya nobetê hatiye û dema ku axaftina bi telefonê ya bi keça xwe re vegot xemgîn bûn. Al, ev tişt got: "Pê re axivîm. Got ku girtîgeh gelek sar e û xwarinên nadin wan. Zarokên me ji sermana ranakevin. Ev nayê qebûlkirin. Çi dikin bila bikin em li cem zarokên xwe ne û em ê qet dev ji wan bernedin. Em dixwazin zarokên me bên berdan. Bila hemû dayik piştgirî bidin nobetê."