Serdana şaredariyê kir, birayê wî terfî bû! 2022-01-07 09:06:46 AMED - Cîgirê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Ercan Bîrcan ku berê hatibû gotin gendeliyeke li dor 5.5 milyon TL kiriye, piştî serdana Şaredariya Rezanê kir bi 4 rojan birayê wî bû Midûrê Emlak Îstimlaqê.  Cîgirê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Ercan Bîrcan û Serokê Faîreya Karên Tenduristiyê Mûhammed Kasim Aydin, serdana Huseyîn Beyoglû kirin ku Beyoglû bi destê Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) tayinî Şaredariya Rezanê hatibû kirin. Piştî serdana 30'yê Kanûna 2021'ê bi 4 rojan, yanî di 3'yê Çileyê de, Yilmaz Bîrcan, birayê Ercan Bîrcan, ku li Midûriyeta Emlak Îstimlaqê karmend bû, bû midûrê Midûriyeta Emlak Îstimlaqê.    KEÇA WÎ JÎ DI ŞAREDARIYÊ DE YE   Hat diyarkirin ku keça cîgirê sekreterê giştî Bîrcan a parêzer jî di sala 2020'an de li ŞAredariya Rezanê wekî parêzer dest bi akr kiriye.    GENDELÎ   Di 2017-2018'an de hatibû gotin ku Cîgirê Sekreterê GIştî Bîrcan, di dema qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Cûmalî Atîlla de gendeliyeke li dor 5.5 milyon TL'yî kiriye. Di 16'ê Adara 2020'î de gelek mifteîş hatibûn bajêr û îfadeya gelek kesan girtibûn. Mifetîşan di dawiya lêkolîna xwe de tespît kiribûn ku gendeliyeke li dor 5 milyon û 416 hezar û 411 TL hatiye kirin. Di rapora hatibû amadekirin de navê Ercan Bîrcan jî hebû û Bîrcan bi biryara dadgehê vegeriyabû ser kar.   MA / Ergîn Çaglar