‘Metîn Goktepe rêya me ronî kir' 2022-01-07 09:08:16 STENBOL - Di ser qetilkirina Metîn Goktepe re 26 sal derbas bûn. Hevpîşeyên wî diyar kirin ku Goktepe rêya wan ronî kiriye û gotin: "Dê kesên pênûsa Metîn hilgirin tim hebin."  Di ser qetilkirina nûçegihanê Rojnameya Evrenselê Metîn Goktepe re 26 sal derbas bûn. Goktepe ji bo merasîma cenazeyê Orhan Ozen û Riza Boşbaş ên li Girtîgeha Umraniyeyê hatin qetilkirin bişopîne di 8'ê Çileya 1996'an de çû Alîbeykoyê, lê ji ber ku "karta zer a çapemeniyê" ya wî tune bû hat astengkirin. Goktepe ku bi israr xwest nûçeyê bişopîne, hat binçavkirin û tevî bi sedan kesî ew birin Hêwana Sporê ya Eyûbê. Goktepe li vira bi îşkenceyê hat qetilkirin.    Dosyeya piştî qetilkirina Goktepe hat vekirin jî piştî qetilkirina wî bi 4 salan hat girtin. Dadgehê di Sibata 1999'an de biryar da û ji 7 sal û 6 meh ceza li 6 polîsan birî. Dadgeha Bilind jî tenê cezayê 5 polîsan pesend kir û cezayê li amîrê polîsan hat birîn jî xera kir. PIştî vî cezayî ev polîs hatin girtin, lê bi "Efûya Rahşanê" derketin. Her 5 polîs tenê sal û 8 mehan di girtîgehê de man.    Xebatkarên Evrenselê behsa Metîn Goktepe kirin.    BÊHNA HEQÎQETÊ   Hîlal Tok ku 6 sal in di Rojnameya Evrenselê de dixebite, anî ziman ku Goktepe hê jî bi jiyana xwe gelek tiştan dide hînkirin. Tok got: "JI bo ragihandina dengê çîna xwe, cihgirtina li cem heqîqeta xwe rastiyek min e. Gava dengê heqîqetê radigihînim, çendî bedêl hebin jî hê jî dijîm û bêhnê distînim û têdikoşim, lewma ez xwe bisiûd im. Metîn, çendî hatibe kuştin jî bi me re her tim bû bêhna vê heqîqetê."    HÊZ Û RÛMET   Tok, destnîşan kir ku berxwedana Goktepe têgerîn e û got: "Hê jî rojnameyeke ku tevî hemû zor û zehmetiyan li ser pêyan e. Helbet berxwedana Metîn tê de heye. Em kesên nû, nesîb ji vê berxwedanê digirin. Xebata di rojnameyeke wiha de ku ji bo rastiyê têdikoşe û dide dû heqîqetê û bedêlan dide, ji bo min cihê hêz û rûmetê ye."    ROJNAMEYA METÎN   Tok, bilêv kir ku li zanîngehê wêneyê Goktepe dîtiye û paşê vekolaye û hatiye rojnameya Evrenselê. Tok got: "Min xwest di rojnameya Metîn de, min xwest bi li kêleka Metîn Goktepe ji bo heman armancê bixebitim. Ji lew re Evrensel, wênegira Gokte hilgirt, 27 sal in rastiyên tê xwestin bên reşkirin aşkere dike,d ibe dengê çîna xwe û têdikoşe. Esas vê rojnameyê jî -ku li gor min wisa ye- cihgirtina di vê esasê de, bi saya Goktepe ye. Ên pêl deklanşora Metîn bikin jî û yên pênûsa wî hilgirin, dê tim hebin."    ‘ME SOZ DAYE METÎN'   Çagla Sari ku 15 sal in di rojnameyê de dixebite, anî ziman ku di temenekî biçûk de hatiye evrenselê û got: "Mirov di rojnameyeke ya hevalên Metîn de bixebite û bibe mîratgirê wî, ji bo min rûmetek mezin e." Sari, anî ziman ku hê jî bi wê kelecena gotina Goktepe dixebite ku gotibû "Hevalno teqez divê ez biçim wê nûçeyê bişopînim". Sari, destnîşan kir ku rojname her tim di vê israra Goktepe de disrar dike û got: "Me soz daye Metîn, me daye xwendevanên ku Metîn dixwînin ku em ê nehêlin pênûsa wî bikeve erdê. Di her nûçeyê de ev soz tê bîra me."   MA / Kadîr Guney