Du girtiyên ku li ber çavê dewletê 'talûke' ne: Yek jê destên wî tune ne, yê din lingên wî 2022-01-07 09:09:08 MÊRDÎN - Serdal Yildirimê ji sedî 98 astengdar û Ergîn Aktaşê her du destên wî tune ne nayên berdan. Dayika Yildirim, Fatma Ozdûrak got: "Ger tiştek bê serê kurê min, ez ê destê xwe ji pêsîra dewletê nekişînim."  Li gor daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), li girtîgehên Tirkiyeyê 604 jê giran hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Yek ji van girtiyên nexweş Serdal Yildirim ê 30 salî ye. Yildirim di sala 2010'an de li navçeya Qoser a Mêrdînê qezayek kir û ji navê berjêr felcî bû. Yildirim li gor rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) ji sedî 98 astengdar e û bi erebokê jiyana xwe didomîne. Yildirim, di sala 2015'an de di çaçroveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê hat binçavkirin û paşê hat girtin. Yildirim ku ji ber bi ereboka xwe tevli meşekê bûbû hat girtin, piştî wextekê hat berdan. Lê dadgehê di sala 2016'an de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" 12 sal ceza li Yildirim birî. Dadgeha Bilind jî di sala 2018'an de cezayê lê hat birîn pesend kir.      Ê YEKÎ DESTÊN WÎ, YÊ DIN NIGÊN WÎ   Yildirim ku di 30'yê Kanûna 2018'an de di avêtina ser malê de hat binçavkirin, ji wê çaxê heya niha di girtîgehê de ye. Yildirim, ewilî di Girtîgeha Mêrdînê ya Tîpa E'yê de ma, bi dû re wî şandin Girtîgeha Metrîs a Jimare 2'yan a Tîpa R'yê û li vir wî xistin qawîşa A-7'an cem Ergîn Aktaş ê her du destên wî tune û Abdûllah Tûranê nexweş. Piştî ku Tûran di 24'ê Kanûna 2020'î de hat berdan, Yildirim û Aktaş tenê di qawîşa A-7'an de man.    Heya niha malbata Yildirim û parêzerên wî ji bo berdana wî gelek caran serlêdan kirine. ATK, derbarê Yildirim de 3 caran û derbarê Ergîn Aktaş de jî 5 caran rapora "nikare di girtîgehê de bimîne" da. Lê belê Yildirim û Aktaş her du jî ji ber beyanên "ji bo civakê talûke ne" ên midûriyetên polîsan nayên berdan. Her wiha serlêdana ji bo tedbîrê ya ji bo Yildirim jî ji aliyê Dadgeha qanûna Bingehîn ve bi awayekî neyînî hat bersivandin. Ya derbarê Aktaş de jî bi heman awayî hat bersivandin.    DAYIKA WÎ: TEDAWIYA WÎ DI NÎVÎ DE MA   Dayik Fatma Ozdûrak, anî ziman ku piştî qezayê Serdal Yildirim ji Qoserê birine Rihayê, lê li Rihayê platîna wî berevajî hatiye bicihkirin û di tevahiya canê kurê wê de platîn heye. Ozdûrak, diyar kir ku kurê wê 6 mehan li Enqereyê tedawî bûye û 4 caran emeliyat bûye û got: "Li enqereyê dê platînên di sînga wî de derxistana. Hê tedawiya wî dewam dikir, avêtin ser malê. Bi helîkopterê hatin ew birin. Tedawiya wî di nîvî de ma. Nikare bi tena serê xwe kincên xwe li xwe bike. Me lê dinerî. Niha rewşa wî nebaş e. Ji ber sondayê enfeksiyon girt. Dibêje gurçikên wî û pişta wî diêşe. Bi vî halê xwe li ber xwe dide."    ‘DEST Û MILÊN WAN TUNE NE, TÊN KELEMÇEKIRIN'   Dayik Ozdûrak, diyar kir ku Yildirim di telefonê de ragihandiye ku gava wan birine nexweşxaneyê wî û Ergîn Aktaş ji cem hev du birine û got: "Gava wan dibin nexweşxaneyê 15 rojan wan ji dixin cihên cuda. Gava wan dibin nexweşxaneyê berê wan didin dîwar û ser wan seh dikin. Jixwe di girtîgehê de ne. Radibin destên wî kelemçe dikin. Ê yekî destên wî, yê din nigên wî tune ne. Ev kes dê çawa birevin. Gava wan dibin nexweşxaneyê jî tahdeyê li wan dikin. Jixwe destên hevalê Ergîn tune ne... Bi hev re karê xwe dikin. Ji hev re dibin dest û pê."    XWÎN JI DEVÊ WÎ TÊ   Dayik Ozdûrak, anî ziman ku kurê wê Yildirim di telefonê de gotiye: "Rewşa min û Ergîn nebaş e, Ergîn gava dikuxe xwîn ji devê wî tê."    ‘EM DEV JÊ BERNADIN'   Dayik Ozdûrak xwest girtiyên nexweş bên berdan û got: "Em naxwazin ji girtîgehan darbest derkevin. Ez bang li Erdogan dikim; zarokên me berdin. Em dev ji wan bernadin. Em ê tevî gelê xwe bitêkoşin. Em ê wan bidin berdan. Em li cem girtiyên xwe ne, ruhê me, aqilê me bi wan re ye. Zarokên me bi derfetên xwe li xwe mêze dikin û li ber xwe didin. Ger tiştek bê serê kurê min, ez ê dest ji pêsîra dewletê nekişînim... Dibêjin ji bo civakê talûke ne. Talûkeya çi? ew xistine zindanê, li benda mirina wan in. Ger tiştek bê serê kurê min ez dev ji we bernadim. Ez ê hesba bipirsim. TEnê neyê kurê xwe, ez ê hesabê hemûyan bipirsim."    MA / Ahmet Kanbal