Birayê Cemîl Kirbayir bertek nîşanî demboriyê da: We demê dizî 2022-01-07 09:54:26   STENBOL - Dosyeya doza Cemîl Kirbayir ê di binçavan de hat windakirin bi demboriyê re rûbirû hat hiştin û ser dosyeyê hat girtin. Birayê wî got: “We demê dizî. Em ê dozê bibin AYM’ê û pişt re jî bibin DMME’yê.”    Rojek piştî darbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’yî leşker bi ser gundê Okçuya Erdexanê de digirin û Cemîl Kirbayir binçav dikin. Ji wê rojê ve ji Kirbayir agahî nayê girtin. Dayika wî Berfo Ana 33 salan li hestiyê lawê xwe geriya lê temenê wê êr nekir û di sala 2013’an de ku 105 salî bû koça dawî kir. Berfo Ana bêyî ku hestiyên lawê xwe bibîne çavê xwe li jiyanê girt.    SOZA ERDOGAN A KU PÊK NEHAT    Di 5’ê sibata 2011’an de Serokwezîrê demê Tayyîp Erdogan ê AKP’yî li Qesra Dolmabahçeyê, Berfo Ana jî di nav de bi Dayikên Şemiyê re hevdîtinek pêk anîbû. Erdogan ê li dayika Berfo guhdar kir, ferman dabû kul i Jêrkomîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan a Meclîsê were avakirin û li ser windayan raweste. Lê li gel ku Erdogan soz da Dayikên Şemiyê jî heta niha tu winda nehatin dîtin û hêj aqûbeta wan nediyar e û kujer nehatine darizandin.    RAPORA KOMÎSYONÊ    Kîmosyonê di encama lêkolîna ku kir de raporek ji 350 rûpelî pêk dihat amade kir. Di beşa dawiyê raporê de wiha hatibû nivîsandin, “Komîsyona me; Di wê baweriyê de ye ku Cemîl Kirbayir dema ku di binçavan de bû rastî îşkenceyê hatiye, di encama vê îşkenceyê de miriye û cesedê wî jî ji aliyê rayedarên cemaweriyê yên ku lêpirsînên ku bûne sedema mirina wî, rakirine.” Heyetê derbarê efser û wezîfedarên 3 yekîneyan, polîs, MÎT û Fermandariya Leşkerî ya Rewşa Awarte ya wê demê de bi îdiaya Cemîl Kirbayir bi îşkenceyê hatiye kuştin serî li Serdozgeriya Komarê ya Qersê da û giliyê wan kir û bi rêya Wezareta Dadê agahî, belge û beyanên di destê wan de ji dozgeriyê reş şandin.    DOSYE BERÎ WERE RAGIHANDIN HAT GIRTIN    Li ser vê yekê Serdozgeriya Komarê ya Qersê bi jimara 2011/899 lêpirsînek nû da destpêkirin. Di dema lêpirsîna de ji arşîva jimara 2002/911 biryara dozvenekirinê hat dîtin. Piştî windakirina Cemîl Kİrbayir 6 sal şûn ve Dozgeriya Qersê lêpirsînek daye destpêkirin lê belê di sala 2002’yan de biryara dozvenekirinê hatiye dayîn. Ev biryar ji malbatê re nehatiye ragihandin û bi vî awayî ser dosyeyê hatiye girtin. Ev biryar di sala 2014’an de ji malbatê re hat şandin. Malbatê tavilê serî li Dadgeha Cezayê Giran a Erdexanê da û xwest ev biryara dozvenekirinê ji holê were rakirin. Dadgehê biryara dozvenekirinê rakir.    DOSYE HAT GIRTIN    Tevî hemû hewldan û serlêdanên malbatê û parêzeran jî Serdogeriya Komarê ya Qersê di 28’ê kanûna 2021’an de bi hêceta peyketin nîne ser dosyeyê girt û bi demboriyê re hişt.    ‘SOZA XWE BICIH NEANÎN’    Kekê Cemîl Kirbayir, Mîkaîl Kirbayir bertek nîşanî biryara ser girtina dosyeyê da û got dewleta ku soz daye wan soza xwe bicih neaniye. Kirbayir anî ziman ku birayê wî di 26 saliya xwe de ji aliyê hêzên dewletê ve hatiye qetilkirin û windakirin û got: “Dewlet çima heye? Dewlet neçar e ku welatiyên xwe û mal û milkên wan biparêz e. Dewlet ji bo vê heye. Lê belê dewletê kesekî ji malê digire û tune dike. Di encama têkoşîna me de we sozek da me lê we vê jî bicih neanî. Dewletê pir eşkere derewan li me kir.”    ‘DEWLETÊ DEMÊ DIZÎ’    Kirbayir destnîşan kir ku birayê wî Cemîl di serdema darbeya 12’ê Îlona 1980’yî ku ji aliyê 5 generalan ve pêk hatibû hatiye windakirin û wiha got: “Cenazeyê wî ji aliyê dewletê ve hat windakirin. Ev çi ye? Ev sûcê mirovahiyê ye. Di sûcê li dijî mirovan de demborî ne mimkin e were kirin. Tevî ku Tirkiye alîgirê wan peymanên navnetewî ye jî lê dîsa bi hêceta demboriyê ser dosyeyê girt. Kîjan demborîn? Malbatê di dema xwe de serlêdanê kiriye. Li aqûbeta lawê xwe pirsî û dipirse. Lê dewletê hemû serlêdanên me û hewldanên me tune hesiband û biryarek wiha da. Dewletê demê dizî ye. We demê taloq kir. Niha jî rabûne dibêjin ‘ji ber demboriyê dosye hat girtin.’ Baş e yên ku ser dosyeyê girtine kî ye?”   ‘LI RUYÊ ME DINÊRIN Û DEREWAN DIKIN’    Kirbayir rexne li îqtidarê kirin û got tişta ku niha îqtidar dike ne li dijî darbe û darbekaran e û got: “Hûn li nava çavê me dinêrin û derewan dikin. Tenê hûn tiştekî îfade dikin, derewkarî, melaqî û durûtiyê dikin. Erdogan soz da dayika min ku wê aqûbeta Cemîl zelal bibe û kujer werin darizandinê. Lê soza xwe pêk neanî. Baweriya me êdî bi we nemaye. Dibe ku ser dosyeyê bigirin lê em ê ewilî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) û pişt re jî Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) bidin. Em ê dev ji vê dozê bernedin.”    MA / Ferhat  Çelîk