Salek e sîxurtî lê tê ferzkirin 2022-01-07 16:30:13   DERSIM - Kamer Demîr ê li Dersimê nêzî salekê bi lêferzkirina sîxurtiyê re rûbirû maye serî li ÎHD’ê da û daxwaza piştevaniya hiqûqî kir.    Welatiyê bi navê Kamer Demîr li Dersimê ji 12’ê sibata 2021’an ve bi lêferzkirina sîxurtiyê re rûbirû dimîne. Demîr li ser vê yekê serî li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Dersimê da û piştevaniya hiqûqî ji komeleyê xwest. Demîr li avahiya ÎHD’ê daxuyanî da û nûnerên HDP û rêxistinên sivîl beşdarî daxuyaniyê bûn.    Rêveberê ÎHD’ê Agît Aral da zanîn ku Kamer Demîr ji saibata 2021’an ve bi gefên sîxuriyê yên kesên xwe wek polîsan didin nasîn re rûbirû dimîne û ev salek e didome û ev yek êdî veguheriye şideta psîkolojîk.    Demîr jî anî ziman ku polîs her tim wî teqîp dikin û lazerê didin ser mala wî û got: “Ji ber van zextan êdî wisa bûye ku pirsgirêkên min ên tenduristiyê derketine. Birîn di laşên min de çêbûne û ez êdî mîna berê nikarim biaxivim. Şideta psîkolojîk li ser min tê kirin.”    ÎHD jî diyar kir ku ew ê li dijî zextên li ser Demîr gilî bikin.