Gefa ‘hevkariyê’ li xebatkarek Komeleya Koçberiyê xwarine 2022-01-07 15:57:49   AMED - Komeleya Şopandina Koçberiyê ya Mezopotamyayê daxuyand ku hin kesên wek polîsan xwe dane nasîn li avahiya komeleyê teklîfa “hevkariyê” li xebatkarek wan kirine û gef lê xwarine.    Komeleya Şopandina Koçberiyê ya Mezopotamyayê ya li navçeya Sûra Amedê xebatên xwe bi rê ve dibe, derbarê zextên li ser komeleya xwe daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku di 13’ê cotmeha 2021’an de hin kesên ku ketine avahiya komeleya wan hin materyalên wan dizî ne û gilîkirina derbarê vê yekê de jî tu encamek negirtiye.    Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku kesên ketine avahiya komeleyê xesar dane kelûpelên wan û wiha hat gotin: “Me derbarê vê yekê de gilî kir lê li me nezivirîne. Berpirsiyar nehatine dîtin, vê yekê jî wêrekî dane hin kesan. Di 20’ê kanûnê û 22’yê kanûna 2021’an de hin kesên nasnameya wan nediyar û ku xwe wek polîsa dane nasîn nîvê şevê bêyî ku destûra wan hebe ketine avahiya me. Van kesan teklîfa ‘hevkariyê’ li xebatkarek komeleya me kirine û her wiha gef jî lê xwarine. Ev yek fikarên me zêde dike. Wisa dike ku rê li ber astengî û hedefnîşandana saziyên sivîl vedike. Ev hewldan encama polîtîkayên nefretê û hedef nîşandanê ye.”