Cerdevanê ku zaroka 16 salî îstîsmar kir hat girtin 2022-01-07 16:58:13   WAN - Li navçeya Payîzavayê cerdevanê bi navê Faîk Dûral ê îstîsmara zayendî li hember zaroka 16 salî pêk anî, hat girtin.    Li gundê Repetik ê bi ser navçeya Payîzavaya Wanê ve cerdevanê bi navê Faîk Dûral di 23’ê kanûna 2021’an de li Dibistana Şevînê ya Herêma Xoşapê li hember zaroka 16 salî îstîsmara zayendî pêk anî. Malbata zarokê gilî kir û Faîk Dûral bi sûcdariya “êrişa zayendî” hat binçavkirin. Dûral ê derxistin edliyê ji aliyê dadgehê ve ji sûcê “îstîsmara zayendî ya li hember zarok” hat girtin.    Piştî girtina Dûral xizmên wî zextan li malbat û zarokê kirin ku dest ji gilîkirina xwe berdin û hat zanîn ku malbatê dest ji gilîkirina xwe berda ye.