‘Metîn silav dabe kê şopek bi wan re hiştiye’ 2022-01-08 11:27:17   STENBOL - Meryem Goktepe ya xwişka rojnamevan Metîn Goktepe diyar kir ku birayê wê ji bo dengê rastiyê bigihîne gel rojnamevaniyê dikir û got: “Ew çûbe ba kî û silav dabe kî şopek xwe li ser wan hiştiye.”    Rojnamevan Metîn Goktepe di 10’ê nîsana 1968'an de li gundê Çipil ê bi ser navçeya Gurun a Sêwazê ve ku gundê elewiyên kurd e hat dinê. Ew 11 sal li gund dimîne û malbata wî karê cotkariyê dike. Ew zarokê 7’an ê malbatê bûye û 8 xwişk û bira bûne. Di sala 1979’an de li gel birayê xwe koçî Stenbolê dikin. Goktepe xwendekarek jîr bûye û ew di sala 1986’an de dibistana lîsteyê kuta dike û di sala 1989’an de li Zanîngeha Stenbolê beşa Îqtidasê dixwîne. Di sala 1992’yan de jî li koverek bi navê “Rastî (Gerçek)” dest bi rojnamevaniyê dike. Pişt re li rojnameya Evrenselê ya di 7’ê hezîrana 1995’an de dest bi weşana xwe kir xebitî û nûçegihaniyê kir.      KUJER BÊCEZA TÊN HIŞTIN    Girtiyên siyasî Orhan Ozen û Riza Boybaş li girtîgehê hatine kuştin. Merasîma cenazeyê wan di 8’ê çileya 1996’an de li navçeya Umraniye ya Stenbolê tê lidarxistin. Metîn Goktepe dibêje, “Teqez divê ez merasîmê bişopînim” û diçe şopandina nûçeyê. Polîs wî li wir binçav dikin û îşkenceyê lê dikin û di binçavan de dikujin. Cenazeyê wî li kêleka eywana sporê ya ku îşkence lê hatiye kirin hat dîtin. Bi ser kuştina Goktepe re 26 sal derbas bûn. Kujerên Goktepe bi efûya ku jê re “efûya Rahşan” tê gotin hatin berdan û tenê salek û 8 meh di hepsê de man. Kujerên wî bêceza hatin hiştin.    PIR HATIYE HEZKIRIN    Meryep Goktepe ya xwişka Metîn behsa birayê xwe kir û got ew du salan ji Metîn mezintir e. Goktepe da zanîn ku ew bi hev re mezin bûne û her tim bi hev re jiyane û got: “Xwendekarek serkeftî bû. Her tim dibû xwendekarek mînak. Metîn diçû ku û silavê dida kê bi wan re şopek dihişt. Kesek pir taybet bû. Pir kedkar bû. Piştî dibistana navîn her hem dixebitî debarê dikir û hem jî dixwend. Tu carî li ser kesî nebû bar. Xwendekarek xebatkar bû. Ji bo ku birayê me mezin di dawiya hefteyê de dema xwe li gel zarokên xwe derbas bike, Metîn diçû ber dikana wî û alîkariya wî dikir. 26 sal derbas bû lê êş û bêrîkirina wî wek duh nû ye. Destê meriv nediçû Metîn. Di salên lîseyê de dest bi rojnamevaniyê kir û ewil ji rojnameyek xwecihî dest pê kir. Her tim di dilê wî de rojnamevanî hebû û pir jê hez dikir. Însanek pir haya wî ji her tiştî hebû û rojnamevanek baldar bû. Em ê nehêlin ku ked û xebata Metîn were jibîrkirin.”    MA / Kadîr Guney