Xizmên Windayan ji darazê re gotin: Nebin şirîkê vî sûcî 2022-01-08 13:14:05 NAVENDA NUÇEYAN -  Xizmên Windayan  û ÎHD’a Amedê di hefteya 674’emîn de li aqûbeta windayan pirsîn û bertek nîşanî sergirtina dosyeya Cemîl Kirbayir dan û gotin: “Nebin şirîkê vî sûcî.” Li Êlihê û Îzmîrê jî li aqûbeta windayan hat pirsîn.  Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê û Xizmên Windayan ji bo winda bên dîtin û kujer werin darizandin di hefteya 674’emîn de li Parka Koşuyolu çalakiya “Bila Winda Bên Dîtin û Kujer Werin Darizandin” li dar xistin. Çalakî li ber Peykerê Mafê Mirovan pêk hat. Rêveberên ÎHD’ê û Xizmên Windayan beşdarî çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan. Vê hefteyê çîroka windakirina Îsa Soysal ê di 1’ê çileya 1988’an de li gundê Karoxa bi ser navçeya Silopiya Şirnexê ve hat windakirin parvekirin.      ‘NEBIN ŞIRÎKÊ SÛC’    Serokê ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn ewilî axivî û diyar kir ku ji bo winda bên dîtin û kujer werin darizandin malbatên wan bi astengiyên hiqûqî û siyasî re rûbirû mane. Zeytûn bertek nîşanî sergirtina dosyeya Cemîl Kirbayir ku bi demboriyê re rûbirû hat hiştin da û got: “Têkoşîna parêzvanên mafê mirovan û aştiyê û dayikên me û xizmên windayan bi ser biryarên darazê re ye. Em dixwazin ji bo van dosyeyên tên girtin hiqûqa gerdûnî were sepandin. Divê ku daraz an ên biryarê didin nebin şirîkî kujerên ku sûc kirin e. Em ê li hember van kirinan têkoşîna xwe edaletê bidomînin.”    JI 1988'AN VE WINDA YE    Sekreterê Şaxê ÎHD’a Amedê Ferhat Berkpinar jî behsa serpêhatiya windakirina Îsa Soysal kir. Berkpinar diyar kir ku Soysal zewicî û bavê sê zarokan bûye û di roja 1’ê çileya 1988’an de dema ji gundê xwe derdikeve diçe bajêr ji aliyê kesên cilên wan sivîl ve hatiye revandin û carek din agahî jê nehatiye wergirtin. Berkpinar got her çiqas malbat dikeve nava lêgerînê û hewldanan dike jî hemû bêencam dimînin. Berkpinar xwest di şexsê Soysal de tevahî winda werin dîtin û kujeran derxin holê û bên cezakirin.    Piştî daxuyaniyê kêliyek çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.    LI AQÛBETA 2 WINDAYAN HAT PIRSÎN    Li Êlihê jî Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’ê di hefteya 511’emîn de li serê Kolana Gulistanê Li ber Peykerê Mafê Mirovan civiyan û çalakiya “Bila Winda Bên Dîtin û Kujer Werin Darizandin” li dar xistin. Di çalakiyê de pankart û wêneyên windayan hatin hildan. Rêveberê ÎHD'ê Huseyîn Elçî axivî û destnîşan kir ku ew ê her li aqûbeta windayan bipirsin. Elçî behsa serpêhatiya windakirina Tahîr û Mehmet Alî Aslan 3en di 1’ê adara 2001’an de li Êlihê hatin revandin û carek din agahî ji wan nehat girtin kir û xwest aqûbeta van herdu windayan diyar bibe.    Pişt re 5 deqîqe ji bo windayan 5 deqîqe çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. ÎZMÎR Komîsyona Windayana ÎHD’a Îzmîrê jî bi dirûşma “Bila Winda Bên Dîtin û Kujer Werin Darizandin” li ber Sumerbanka Berê ya li navçeya Konaka Îzmîrê çalakî li dar xist û daxuyanî da. Komîsyona Windayan li aqûbeta Îsmaîl Bahçecî yê di 24’ê kanûna 1994’an de li Stenbolê ku xwendekar bû hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin pirsî. Rêveberê ÎHD’a Îzmîrê Caner Canli serpêhatiya windakirina Îsmaîl Bahçecî xwend û xwest tevahiya windayan werin dîtin û kujer werin cezakirin. Canli got wê têkoşîna wa ji bo windayan berdewam bike.