Malbatên di Nobeta Edaletê de serdana ÎHD’ê kirin 2022-01-08 15:20:50   WAN - Malbatên di Nobeta Edaletê de ne serdana Şaxa ÎHD’ê ya Wanê kirin û têkildarî çalakiya xwe de agahî dan.    Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin bên berdan, li Baroya Wanê dane destpêkirin, di roja 30’emîn de berdewam kir. Malbatan, serdana Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê kirin û çalakiya xwe ji wan re vegotin.    ‘EM LI BENDÊ NE KU PIŞTEVANIYÊ MEZIN BIKIN’   Yek ji xizma girtiyan Aslihan Tîmûr, diyar kir ku çalakiya wan a nobetê berdewam dike û bi lêv kir ku dawiya hefteyê serdana saziyên demokratîk dikin. Tîmûr, ji ber xebatên wan ên li ser girtiyên nexweş spasiyên xwe pêşkeşî Şaxa ÎHD’a Wanê kirin û wiha got: “Em li bendê ne ku ji îro û pê ve jî bi me re bin û ji bo berdana girtiyên me, piştevaniyê mezin bikin.”   ‘EM LI CEM WE NE’   Serokê Şaxa Wanê ya ÎHD’ê Mehmet Karataş jî bi lêv kir ku daxwazên girtiyên xizmên girtiyên nexweş daxwazên mirovî ne û wiha got: “Daxwazên malbatan daxwazên me ne.”