Ji bo girtiyên nexweş meşiyan: Em ê ji bo zarokên xwe têbikoşin 2022-01-08 15:56:09   ÎZMÎR - Jin li Îzmîrê ji bo girtiyên nexweş û ji bo balê bikşînin ser binpêkirina mafên li girtîgehan bi berzkirina dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" meşiyan.   Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA) û EGETUHAY-DER'ê, ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş û binpêkirina mafên li girtîgehan bi beşdariya  Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylan daxuyaniya çapemeniyê li dar xistin. Dayika Denîz Poyraz, Fehîme Poyraz jî beşdarî daxuyaniyê bû.    ‘EM Ê ISRARA WAN PÛÇ BIKIN’     Tevî astengkirina polîsan jî Saliha Aydenîz li vir axivî û diyar kir ku îktidarê li dijî jinan şer daye destpêkirin lê belê têkoşîna jinan a li dijî vê yekê didome. Aydenîz da zanîn ku ew li aliyê siyaseta demokratîk in û îqtidar û rayedar çiqasî di komkujiyan de israr bikin jî ew ê jî ji bo edaletê israr bikin.   Pişt re jin ber bi avahiya Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê ve meşiyan û jinan li dijî astengkirina polîsan dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan" û "Jin jiyan azadî" berz kirin û helwesta polîsan şermezar kirin.    Hevseroka EGETUHAY-DER’ê Sultan Yagmekan da zanîn îktidar ji têkoşîna zarokên wan ditirse û wê ji bo zarokên xwe têbikoşin.    Meşa jinan li ber avahiya HDP'ê ya Îzmîrê bi dawî bû.