QSD'ê Wezareta Parastinê derewand 2022-01-08 16:40:16   NAVENDA NÛÇEYAN - QSD'ê diyar kir ku daxuyaniyên MSB'ê ku dibêjin 30 şervanên wê hatine kuştin ne rast in.   Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyand ku îdiayên Wezareta Parastinê ya dewleta tirk (MSB) ên kuştina 30 şervanên wan, derew in. QSD’ê ev agahî dan: “Wezareta Berevaniyê ya dewleta Tirk a dagirker belavkirina îdia û nûçeyên derew berdewam dike. Li gorî îdiayên wan, roja 29’ê Kanûnê 8, 31’ê Kanûnê 5, 2’yê Çileyê 6, 5’ê Çileyê 3 û 7’ê Çileyê 8, bi giştî 30 şervanên me di dema amadekariya êrişê de hatine şehîdxistin. Ev nûçe ne rast in.”