ÎHD: Divê girtiyê Çabûk tavilê were berdan 2022-01-08 16:40:46   STENBOL/SEMSÛR - ÎHD’ê li Stenbolê û Semsûrê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş ê giran Tûran Çabûk û xwest tavilê were berdan.    Komîsyona Girtîgeha a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, di hefteya 511’emîn de çalakiya “Rûniştina F” li avahiya komeleyê li dar xist. Komîsyonê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Tûran Çabûk ê rewşa wî giran e û li Girtîgeha Metrîsê tê ragirtin.    JIYANA ÇABÛK BI TALÛKEYÊ RE RÛBIRÛ YE    Seroka ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî axivî û diyar kir ku xetereyên li ser jiyana girtiyan zêde dibe û jiyana wan di bin talûkeyê de ye. Yolerî da zanîn ku mafê tedawiya girtiyan tê astengkirin û lewma fikarê mezin hene. Yolerî anî ziman ku Tûran Çelebî yê bi nexweşîna penceşêrê ketiye û li Girtîgeha Metrîsê tê ragirtin di gulana 2019’an de bi armanca were tedawîkirin hatiye berdan û di gulana 2019’an de li Nexweşxaneya Wanê gurcika wî ya çepê hatiye jêkirin. Yolerî got Tûran hêj dihat tedawîkirin di sibata 2021’an de dîsa carek din hatiye girtin û li gel nexweş e jî daxwaza wî ya taloqkirina ceza hatiye redkirin. Yolerî diyar kir ku piştî girtinê her çiqas hat xwestin Tûran were berdan jî lê daxwaz hat redkirin û bi awayek nexweş girtî ye. Yolerî da zanîn ku Saziya Tiba Edlî rapora “dikare di girtîgehê de bimîne” daye Tûran Çabûk û her ku diçe rewşa wî girantir dibe.    Yolerî anî ziman ku jiyana Çabûk bi talûkeyek mezin re rûbirû ye û xwest Çabûk û hemû girtiyên nexweş demildest werin berdan û ew ê têkoşîna xwe ji bo girtiyên nexweş berdewam bikin.    SEMSÛR    Şaxa ÎHD’a Semsûrê jî ji bo balê bikişîne ser ewşa Tûran Çabûk ê nexweşiya wî giran e li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Serokê ÎHD’a Semsûrê Bulent Çinar axivî û xwest girtiyê nexweş Çabûk ê rewşa wî giran e û hemû girtiyên nexweş gavek beriya gavekê werin berdan.