Bijîşk Ûgûrlû: Li girtîgehan şîr û potik bi dest zarokan nakevin 2022-01-09 09:05:35   ENQERE - Endama Komîsyona Mafên Mirovan a Odeya Bijîşkan a Enqereyê Ayşe Ûgûrlû, destnîşan kir ku girtîgeh ji bo zarokan cih û warên talûke ne û got: "Zarokên temenê wan di navbera 0-6 salan de ku tevî dayikên xwe di girtîgehan de ne nikarin şîr, mama û potikan peyda bikin."    Li girtîgehan binpêkirinên mafan û atsengiyên li ber mafê tenduristiyê her diçe zêdetir dibin. Ên herî zêde bandorê ji van binpêkirinan digirin jî zarok in. Li gor daneyên 31'ê Kanûna 2021'ê yên Komîsyona Mafên Mirovan a Odeya Bijîşkan a Enqereyê, hezar û 941 zarok di girtîgehan de ne. Zarokên temenê wan di navbera 0-6 salan de tevî dayikên xwe di girtîgehê de ne û yên temenê wan di navbera 12-18 salan d ejî ji ber dosyeyên xwe di girtîgehê de ne.    Endama Komîsyona Mafên Mirovan a Odeya Bijîşkan a Enqereyê Ayşe Ûgûrlû, destnîşan kir ku li zarokên temenê wan di navbera 0-6 salan de mayina li cihwarên zordest tê ferzkirin.    Ûgûrlû, diyar kir ku zarokên di girtîgehan de xizmên xwe û hevtemenên xwe nabînin û bi helwesta çewisîner a girtîgehê mezin dibin. Ûgûrlû, ev zarok ji kreşan bêpar dimînin û got: "Şensê wan ê azadbûnê, şensê wan ê bi awayekî azad bimeşin pir kêm e. Her wiha gava dêyên wan bixwazin wan bibin saziyên tenduristiyê bi astengiyan re rû bi rû dimînin. Divê ev zarok bi awayekî rêk û pêk di bin kontrola bijîşkan de bin."    Ûgûrlû got: "Ev zarok baş nayên xwedîkirin. Ji lew re pirsgirêkên ku dêyên wan û girtiyên din bi wan re rû bi rû dimînin, ew jî bi wan re rû bi rû dimînin. Şîr, mama û potên baş bi dest wan nakevin. Baş proteîn nagirin û bi awayekî rêk û pêk nikarin xwarinê bixwin. Bi vî awayî derfeta tendurisiyek baş ne pêkan e."    Ûgûrlû, destnîşan kir ku ev zarok ji mafê perwerdehiyê jî bêpar dimînin û got: "0-6, temenên herî berdar in ji bo pêşketina di warê zihnî de. Divê zarok lîstikan jî bi hevtemenên xwe re bilîzin. Li cihekî ku mezin di travmayê de ne, di warê ruhî û laşî de jiyana zarokan ne pêkan e."    CIHWAREKÎ JI BO ZAROKAN TALÛKE   Ûgûrlû, destnîşan kir ku girtîgeh ji bo zarokan cihwarine talûke ne, lewma divê qanûnên pergala înfazê ji nû ve bên sererastkirin. Ûgûrlû got: "Ketina girtîgehê, mijareke sosyo-polîtîk e. Em komîsyona mafên mirovan a odeya bijîşkan, di vî warî de rêxistinên mafên mirovan re dixebitin. Lê ev mesele, ne meseleyeke ku rêxistinên mafên mirovan bi tena serê xwe çareser bikin. Di vir de berprisiyarî dikeve ser milê îqtidarên siyasî, pêkanînerên pergala înfaz aceza û wezareta dadê jî. Em di vî warî de hewl didin xwe bigihînin wan, em daxwaznameyan didin wan."