Malbata Şenyaşar: Dev ji parastina serdestan berdin! 2022-01-09 11:26:50   RIHA - Malbata Şenyaşar ku di roja 307'an de lêgerîna xwe ya edaletê didomîne, ev tişt got: "Kesên komkujiyê pêk anîn li derve ne, mexdûr jî li pêşiya edliyeyê ne, em tenê daxwaza edaletê dikin."   Di 14'ê hezîrana 2018'an de xizm û parastvanên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî malbata Şenyaşar kiribûn û 3 ferdên malbatê kuştibûn. Li dijî vê zilma li hemberî ferdên malbatan wan hat kirin Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar, di 9'ê adara 2021'an de li ber Edliyeya Rihayê dest bi nobetê kirin. Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 307'an de berdewam dike.    Ji ber ku dawiya heftê ye malbata Şenyaşar çalakiya xwe li mala xwe ya navçeya Pirsûsê didomîne. Malbatê, li ser hesabê xwe yê medya sanal wêneyê Nobeta Edaletê ya malbata Gulistan Dokû ku li ber Edliyeya Dersimê Nobeta Edaletê digire parve kir û li ser parvekirinê ev şîrove kir: "Em ne heqaretê li kesekî dikin ne jî gel sewqî kîn û nefetê dikin. Tenê em dixwazin dengê xwe bigihînin rayedaran. Dev ji parastina serdestan berdin! Kesên komkujiyê pêk anîn li derve ne, mexdûr jî li pêşiya edliyeyê ne, em tenê daxwaza edaletê dikin."