Komekê bi kêran êrişî serokê TÎPê kir 2022-01-09 15:43:27   AMED - Komeke ulkucî bi kêran êrişî Serokê TÎP'ê yê Bajar ê Amedê Salih Sargin kirine.   Derket holê ku di 6'ê çileyê de li navçeya Peyasê ya Amedê, komeke ulkucî li ber mala wî bi şev bi kêran êrişî Serokê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) yê Bajar ê Amedê Salih Sargin kirine. 3 derbên kêran ji Sargin digirin û piştî ku ew jî bersiv dide wan êrişkar ji cihê bûyerê direvin. Sargin, Sargin, destnîşan kir ku dema êrişê êrişkaran jê re gotiye, 'Li axaftinên xwe baldar be, careke din em ê te bikujin."   Serokatiya TÎP'ê ya Amedê, têkildarî bûyerê li ber avahiya xwe ya bajar daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de rêvberê partiyê Mehmet Mahîr Karadenîz axivî û diyar kir ku ji 5 rojan ve hevalên wan ên Zanîngeha Dîcleyê tên şopandin û li ser hesabên medya salan gef li wan tên xwarin. Karadenîz, got ku e çeteya bixwîn nas dikin û wê li Amedê rê nedin vê çeteyê.