Malbatên di nobetê de serdana TÎHV û Odeya Bijîjkan a Wan û Colemergê kirin 2022-01-09 17:27:01   WAN - Malbatên girtiyan ku li Wanê çalakiya xwe ya "Nobeta Edaletê" di roja 31'an de domandin serdana şaxên TÎHV û TTB'ê yên Wanê kirin.      Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin û nayên berdan a li Baroya Wanê dabûn destpêkirin, di roja 31'an de berdewam dike. Malbatan, îro serdana şaxa Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê ( TÎHV) ya Wanê û Odeya Bijîjkan a Wan û Colemêrgê kirin.    Di serdana Odeya Bijîjkan a Wan û Colemêrgê de Serokê Odeyê Dr. Huseyîn Yavîç axivî û ev tişt got: "Rexmî ku gelek raporên tipa edlî yên girtiyên nexweş hene û divê ku li derve tedawiyên wan bên kirin jî di şertên ne guncav de tên girtin. Divê ji bo girtiyên nexweş gavên pêwîst bên avêtin. Em jî piştgiriya çalakiya dayikan dikin."   Di serdana TÎHV'ê de jî Rêveberê Şaxa TÎHV'ê ya Wanê Sevîm Çîçek, destnîşan kir ku ew ê şopdarê girtiyên nexweş bin û wiha axivî: "Ji bo ku girtî mafên xwe yên herî bingehîn bi kar bînin divê astengî ji holê bên rakirin. Em ê ji bo vê têbikoşin. Em ê di vê pêvajoyê de li cem we bin."