Li Şirnexê hejmara binçavkirinan derket 14’an 2022-01-09 18:18:05   ŞIRNEX - Hejmara kesên di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê daye destpêkirin de li navçeyên Hezex û Cizira Şirnexê û Sêrtê hatine binçavkirin, derket 14’an.    Hejmara kesên di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê daye destpêkirin de li navçeyên Hezex û Cizira Şirnexê û Sêrtê hatine binçavkirin, derket 14’an. Hat hînbûn ku welatiyên ku hatine binçavkirin wê ji ber kirariyên îfadeyan bibin Miduriyeta Polîsan a Şirnexê. Di dosyayê de 24 saetan sînordarkirina parêzeran heye. Derbarê hêceta binçavkirinan de tu agahî nehatin bidestxistin.    14 KES HATIN BINÇAVKIRIN   Navên kesên hatine binçavkirin wiha ne: “Li navçeya Hezexê Medya Hezar, li navçeya Cizîrê endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Nebahat Îşçî, endamê MEBYA-DER’ê Huseyîn Înedî, rêveberê Komeleya Çand û Ziman a Birca Belek Azîz Sonmez û Mele Saît Ozdemîr, Şukru Acar, Mehmet Emîn Çikmaz, Mazlûm Dûrû, Kamîl Baklik, Mûstafa Çomlek, Îdrîs Kayaalp, Selman Abay, Agît İşikli û li Sêrtê jî endama Meclîsa Ciwanên HDP’ê Berfîn Can.”