ROJEVA 10'Ê ÇILEYA 2022'YAN 2022-01-10 09:00:03 * Rojnamevanên ku 10’ê Çileyê Roja Rojnamevanên Dixebitin bi zext, binçavkirin, girtin û sansurê pêşwazî dikin, bi lêv kirin ku hemû zext bi rêxistinbûyînê dikarin bên derbaskirin.  * Haydar Alî Ak ku beriya niha bi pêkanînên xwe yên îşkenceyê yên li gelek girtîgehên ku lê xebitiye tê naskirin, vê carê jî bi Girtîgeha Kiriklar ku xwe weke dewama Midurê Girtîgeha Leşkerî ya Amedê Esat Oktay Yildiran da naskirin, di rojevê de ye.   * Serokê Odeya Bijîjkan a Wan û Colemêrgê Dr. Huseyîn Yavîç, diyar kir ku ji ber demsala zivistanê hejmara mirovan a li qadên girtî zêde bûye û anî ziman ku vê yekê rê li ber hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê vekiriye.    * Kovara kurdî Destar a wejeyî ku sê mehan carekê tê weşandin bi hejmara xwe ya 3'yan gihişt ber destê kurdîhez û wêjehezan.   * Lêpirsîna derbarê 10 kesên ku di nava wan de nûçegihanên me Mahmût Altintaş û Enes Sezgîn ên dema şopandina nûçeyan de hatibûn binçavkirin jî hebûn, neşopandinê encam bû.    * Nobeta Edaleletê ya malbata Şenyaşar di roja 308'an de berdewam dike.    * Wê 24'emîn danişîna doza derbarê windabûna 8 kesên li navçeya Kerboranê li 1'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Semsûrê bê dîtin. (10.00)   * Hevserokên Giştî yên DBP'Ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, derbarê kongreya xwe ya giştî de dê li avahiya partiya xwe ya Amedê civîna çapemeniyê li dar bixin. (11.00)   * Plşatforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê, rapora ku ji ber "10'ê Çileyê Roja Rojnamegerên Dixebitin" amade kiribû wê li DFG'ê bi civîneke çapemeniyê li dar bixe. (12.30)   * Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin li Baroya Amedê dane destpêkirin di roja 56'an de berdewam dike. (13.00-16.00)   *Lîstika "Werne Ziman" a Şanoya Bajar a Êlihê li navçeya Silopiyayê bê nîşandan. (19.00)