Rojnamevan: Zext bi rêxistinbûyînê dikarin bên derbaskirin 2022-01-10 09:07:30 ENQERE - Rojnamevanên ku 10’ê Çileyê Roja Rojnamevanên Dixebitin bi zext, binçavkirin, girtin û sansurê pêşwazî dikin, bi lêv kirin ku hemû zext bi rêxistinbûyînê dikarin bên derbaskirin.  Li Tirkiyeyê rojnamevan bi girtin, gef, tundî û sansurê 10’ê Çileyê Roja Rojnamevanan pêşwazî dikin. Li gorî rapora Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) ya sala 2021’an binprêkirinên mafan ên li ser rojnamevanan zêde bûne. Di salekê de hezar û 460 nûçe hatin astengkirin, êriş li 55 rojnamevanan hat kirin, 2’yan jê jiyana xwe ji dest dan, derbarê 51’an de doz hat vekirin, 61 rojnamevan hatin binçavkirin, 6 jê hatin girtin, 23 jê rastî îşkence û mûameleya xerab hatin û di dema şopandina nûçeyan de 102 jê hatin astengkirin. Li gorî rapora DFG’ê hêj 62 rojnamevan di girtîgehan de tên girtin.    Rojnamevanên ku li Enqereyê di qadê de dixebitin, têkildarî pirsgirêkên tên jiyîn û têkoşîna tê dayîn de diyar kirin ku her tim rastî tundiya polîsan tên û ev peyam dan: “Zextên ku li rojnamevanan tên kirin, bi rêxistinkirinê dikarin bên şikandin.”   ‘ROJÊN ZOR Û ZEHMET DIJÎN’   Nûçegihanê Rojnameya Evrenselê yê Enqereyê Bîrkan Bûlût, bi lêv kir ku barekî giran yê rojnamevanan heye, hem ji ber sedemên aborî hem jî yên siyasî zehmetiyê dikişînin û wiha got: “Heqdestê mirovane, daxwaza karekî ewle, di sektora medyayê de bûye daxwazeke jiyanî. Ji aliyê polîtîk ve jî rojnamevan hem ji aliyê patron hem jî ji aliyê hikumetê ve di demeke gelekî zehmet re derbas dibin. Tenê ji ber nûçeyên çêdikin lêpirsîn, doz, cezayê hefsê û cezayê pere re rû bir û dimînin. Hempîşeyên me mecbûr dimînin zêdetirî wextê xe di korîdorên edliyeyê de derbas dikin.”   ‘RÊXISTINBÛYÎNA XURT’   Bûlût, diyar kir ku pirsgirekeke din jî ya ku dijîn qertê çapemeniyê ye û wiha axivî: “Qertên rojnamevanan ji aliyê Serokkomar ve bi awayekî keyfî tên astengkirin. Li Enqereyê çavkaniyên rojnamevanan ên herî zêde li Meclîsê ne. Lê ketina wan a Meclîsê ji qerta çapemeniyê tê astengkirin. Di kolanan de jî ji qertên çapemeniyê re bi awayekî keyfî zehmetî tê derxistin. Hin hempîşeyên me dema di kolanan de nûçeyan dişopînin dikarin werin binçavkirin û derb kirin. Li Tirkiyeyê medya ji aliyê desthilatê ve hatiye yekdestkirin û rojname û televîzyonên di bin banê desthilatê de gelek hempîşeyên me bi otosansureke cidî re rûbirû dihêlin. Em dikarin bi rêxistibûyîneke xurt û bi piştevaniya pîşeyî li dijî pirsgirêkên aborî û polîtîk bisekinin.”   ‘ROJNAMEVAN RASTÎ TUNDIYA FÎZÎKÎ TÊN’   Nûçegihanê Sendîka.Orgê Tankût Serttaş jî dazanîn ku rojnamevanan bi taybetî di bûyerên civakî de hedef tên girtin û anî ziman ku rojnamevan rastî tundiya dewletê ya zêdekirî tên. Serttaş, diyar kir ku polîs bi taybetî di bûyerên civakî de rojnamevanên ku nûçeyê dişopînin weke perçeyekî bûyerê didin nîşandan, tundiyê lê dikin û wiha axivî: “Rojnamevan hem rastî tundiya psîkolojîk, hem jî ya fîzîkî tên. Bi salane ferzkirina qertê çapemeniyê heye. Dewlet bi vê pêkanînê asteng dike ku rojnamevan karê xwe bikin.”   ROJNAMEVANÊN JIN RASTÎ TUNDIYÊ TÊN   Nûçegihana Jinnewsê ya Enqereyê Dîlan Babat jî diyar kir ku li Enqereyê ji bo jinan rojnamevanî zortir e û wiha got: “Rojnamevan hertim rastî tundî û zextan tên. Bi nimreyên taybet li me digerin û sîxurtiyê lê ferz dikin. Li Enqereyê pirsgirêka herî zêde bi serê me tê eve. Polîsên Enqereyê li dijî rojnamevanan tundiyeke zêde pêk tînin. Îdia dikin ku qertên me yên çapemeniyê ne derbas darin û em ji qadê tên dûrxistin. Em weke rojnamevanên jin rastî vê tundiyê tên. Hem şertên me yên di qadê de gelek giran in hem jî em rastî tundiya polîsên mêr tên.”   ‘DIVÊ ROJNAMEVAN XWE BI RÊXISTIN BIKIN’   Babat, bi lêv kir ku li welatên ku azadiya raman lê nîne zextên li ser rojnamevanan zêde bûne û têkildarî astengkirina qert a polîsan jî wiha axivî: “Pêwîstiya rojnamevan bi nasnameyekê nîne ku rastiyan ji raya giştî re eşkere bike. Divê rojnamevan bi ferzkirina nasnameyê re rû bi rû nemînin. Li dijî şîdeta polîsan divê rojnamevan di qadê de xwe bi rêxistin bikin û bixebitin.”