Îşkencekar Haydar Alî Ak bi pêkanînên xwe dîsa di rojevê de ye 2022-01-10 09:07:32 ÎZMÎR - Haydar Alî Ak ku beriya niha bi pêkanînên xwe yên îşkenceyê yên li gelek girtîgehên ku lê xebitiye tê naskirin, vê carê jî bi Girtîgeha Kiriklar ku xwe weke dewama Midurê Girtîgeha Leşkerî ya Amedê Esat Oktay Yildiran da naskirin, di rojevê de ye. Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku girtiyan li dijî zext û mûameleya xerab li Girtîgeha Tîpa F a Kiriklar a Bûcaya Îzmîrê di 28’ê Mijdarê de dabû destpêkirin kete roja 44’an. 11 girtî çalakiyê didomînin. Rêveberiya girtîgehê jî li hemberî çalakiya girtiyan bêdeng e.    Rêvebera Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Egeyê (EGE-TUHAYDER) Selma Altan li ser çalakiya girtiyan û pêkanînên li girtîgehê axivî.    ESAT OKTAYÊ SERDEMA NÛ   Altan, diyar kir ku li gorî ragihandina girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 ya Kiriklarê dimînin, midurê girtîgehê Haydar Alî Ak xwe weke dewama Midurê Girtîgeha Leşkerî ya Amedê Esat Oktay Yildiran daye naskirin û wiha got: “Çalakiya greva birçîbûnê ji ber pêkanînên keyfî yên midur hatine destpêkirin. Ji ber ku midur êrişî hemû mafên jiyanê yên girtiyan kiriye û heqaretên mezin li girtiyan kiriye.”   TECRÎD DI NAV TECRÎDÊ DE   Altan, bi lêv kir ku girtiyên ku 20 sal in li Bloka A’yê tên girtin, bi tayînkirina Ak a girtîgehê re bi zorê li 3 blokên cuda hatine belavkirin û anî ziman ku ji bo girtî asîman nebînin cihê hewadariyê bi têlên du qatî hatine girtin û girtî nikarin xwe bigihînin hewayê paqij û tîrêjên tavê. Altan, bi lêv kir ku li aliyê din tiştên ku girtî ji kantînê dikirin, tên desteserkirin û dazanîn ku di 4 mehan de bi dehan cezayên dîsîplînê hatine dayîn.    ‘DIVÊ EM QÊRÎNA GIRTIYAN BIBIHÎZIN’   Altan, destnîşan kir ku 11 girtiyan li dijî binpêkirinên mafan û zextan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine û hişyar kir ku dibe ev hejmar zêde bibe. Altan, diyar kir ku zextên li girtîgehê bi raya giştî re dikare bê rawestandin û wiha berdewam kir: “Haydar Alî Ak beriya niha jî li girtîgehên ku lê dima heman helwest nîşan daye. Li gorî gotegotan dema midurê Girtîgeha Tekîrdagê bûye, 2 girtiyên nexweş bi tena serê wan li odeyê hiştine û bûye sedemê ku jiyana xwe ji dest bidin.” Altan, bi lêv kir ku li dijî tiştên diqewimin êdî dema bêjin “raweste” ye û wiha axivî: “Dewlet girtî terkî mirine kirine. Ev ne rewşeke ku em qebûl bikine. Divê em qêrîna girtiyan bibîhizin. Êdî dema rawestandina binpêkirinên mafan ên girtî dijîn hatiye û derbas jî dibe. Ji ber vê yekê ez bawer dikim ku bi berxwedan û piştevaniyê em dikarin vê rewşê derbas bikin.”    KIRYARÊN HAYDAR ALÎ AK   Midurê girtîgehê Haydar Alî Ak, beriya niha jî li gelek girtîgehên ku lê xebitiye, bi zext, binpêkirinên mafan û îşkenceyan hatibû rojevê. Hin kiryarên Haydar Alî Ak yên dema di girtîgehên cuda de dixebitî di Rojnameya Radîkal, Rojnameya Cûmhûriyet û Rojnameya Bîrgunê de jî bûbû mijara nûçeyan.    MA / Hakan Yalçin