Biryara neşopandinê dan Sezgîn û Altintaş 2022-01-10 09:07:35 STENBOL - Lêpirsîna derbarê 10 kesên ku di nava wan de nûçegihanên me Mahmût Altintaş û Enes Sezgîn ên dema şopandina nûçeyan de hatibûn binçavkirin jî hebûn, neşopandinê encam bû.  Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), xwestibû ku di 16’ê Kanûna 2021’an de di salvegera 30’emîn damezrandina Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) de astengkirina konsera “Berbang” a ji aliyê Qeymeqamtiya Kadikoyê ve li Cadeya Îstîklalê şermezar bike. Di êrişa polîsan a li ser ciwanan de nûçegihanên me Mahmût Altintaş û Enes Sezgîn ên nûçe dişopandin jî di nav de 10 kes hatibûn binçavkirin. Pişt re Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê derbarê rojnamevan Altintaş û Sezgîn ên hatin binçavkirin û 8 kesên din de bi îdiaya “Muxalefta li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan” lêpirsîn dabû destpêkirin.    Di lêpirsîna hat birêvebirin de çalakiya şermezarkirinê ne di çarçoveya xala 34’emîn a Makeqanûnê ye û hat îdiakirin ku çalakî “ewlehiya netewî, nîzama giştî, tenduristiya giştî û exlaqê giştî binpê dike an jî heq û azadiya kesên din sînordar dike.” Di meşê de pankarta “Tevî zîhniyeta we ya faşîst em ê çanda xwe bi ruhê Apê Mûsa zindî bihêlin” û dirûşmeya “Li dijî faşîzmê mil bi mil” û meş weke hêmanên sûc hatin nîşandan. Her wiha hat îdîakirin ku organîzatorên çalakiyê belav nebûne, lewma polîsan mudaxile kirine.    BIRYARA NEŞOPANDINÊ    Lê belê di heman lêpirsînê de hat ragihandin ku qeydên kamerayên ji bo îspatkirina rastiya îdîayan nînin û pankarta hat hilgirtin nikare di çarçoveya sûc de bê nixumandin, lewma hêmanên hiqûqî yên sûc neqewimîne û biryara neşopandinê hat dayîn.