Guzel: Nayê qebûlkirin ku wêne bibin bingeha sûcdariyan 2022-01-10 10:54:44   ENQERE - Parlementera HDP’ê Semra Guzel diyar kir ku wê li dijî kampanyaya lînckirinê ya li dijî wê dane destpêkirin rêyên hiqûqî bikarbîne û bi lêv kir ku nayê qebûlkirin ku wêneyên 5 sal berê hatine desteserkirin, bibin bingeha sûcdarî û hewldanên komployan.    Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Semra Guzel li ser hedefgirtina wêneyên ku medyaya sereke serwîs kirin daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniya ji aliyê Buroya Çapemeniyê ya HDP’ê ve hat parvekirin de wiha hat gotin: “Di şeva 8’ê Çileya 2022’an de, di medya civakî û televîzyonan de, li ser hin wêneyên ji aliyê hikûmetê ve ji çapemeniyê re hatin şandin, li ser kampanya reşkirin û lînckirinê ya li dijî min hat destpêkirin, dixwazim raya giştî agahdar bikim.”   Guzel, diyar kir ku di demên dawî de li ser parlementerên wan êriş hatine destpêkirin û wiha got: “Hin wêneyên ji aliyê êrişên trol û derdorên qirêj ve hatine servîskirin, li medya dîjîtal kuştinên bêdaraz pêk tînin. Beriya ku ez rastiyê bibêjim, dixwazim bê zanîn ku ez ê têkoşîna xwe ya hiqûqî ya li dijî van kes û dijminan bidomînim û pêşberî darazê bi wan re mijûl bibim.”   BI BÎR XISTINA PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ    Berdewama daxuyaniya Guzelê wiha ye: “Eger em bînin bîra xwe, di sala 2013’an de di pêvajoya aştiyê de ku hikûmeta heyî aliyek bû, şer sekini bû. Di vê pêvajoyê de di navbera aliyan de mutabakatek pêk hatibû, hin şande û rayedarên dewletê çûbûn wan herêmên ku di nûçeyê de behsa wan tên kirin. Ev hemû di çarçoveya zanebûn û erêkirina desthilatdariya heyî de pêk hatin û civak û raya giştî ya Tirkiyeyê bû şahidê vê yekê.    Heke em behsa wêneyan bikin… Dema min zanîngeh dixwend min Volkan Bora nas kir û demekê weke heval ez pê re axivîm. Di encama têkiliyên hestiyar de, bi merasîmeke di nav malbatan de me qewl birî. Volkan Bora dema karê rojnamevaniyê dikir, di dawiya sala 2009’an de di encama lêpirsîn û darizandinên pê re rûbirû ma, mecbûr ma biçe derveyî welat. Tevî ku min hewl da xwe bigihînim wî jî, heta sala 2014’an bi tu awayî min ew nedît.    Mîna gelek mirovên hewl dan di atmosfera erênî ya pêvajoya çareserî û aştiyê ya di navbera salên 2013-2015’an hat destpêkirin de zarok, dayik, bav û hezkiriyên xwe bibînin, min hewl da xwe bigihînim Volkan Bora. Dema ez çûm qada ku navên wan derbas dibin ji aliyê du jinan ve hatim pêşwazîkirin. Ji min ra hat gotin ku ji ber ewlehîyê divê ez cilên weke wan li xwe bikim. Piştî ku hinekî li bendê mam, min dît ku ew li wir e û me hev nas kir. Wêneyên ku ji çapemeniyê re hatine şandin, ji vê hevdîtinê ne. Dema hevdîtinên hikumetê yên di pêvajoyê de berçav bên girtin nayê qebûlkirin ku wêne bibin bingeha sûcdarî û hewldanên komployan.      Di sala 2014’an de ez li qada cemaweriyê dixebitîm û endamtiya min a tu partiyan tune bû. Ez nizanim têkildarî min encama di materyalên ku piştî Volkan Bora jiyana xwe ji dest da hatine desteserkirin ên di sala 2017’an de tu dosyayên lêpirsînê hatine vekirin an na. Lê belê heta ku sala 2018’an weke parlementerekî hatim hilbijartin derbarê min de tu lêpirsîn nehatin destpêkirin û ji bo îfadeyê jî gazî min nekirin. Servîskirina wêneyên beriya 5 salan hatine desteser kirin ya beriya bibin mijara darazê, rûdana aqlê dewlet û zilam e. Diyar e ku servîsa wêne û nûçeyan a bi gotinên pir kirêt û cinsiyetparêz, berdewama propagandaya qirêj e ku li ser partiya min ji hêla desthilatdariya siyasî ve tê kirine.    5 SAL IN HÛN LI KÛ BÛN?    Ez ji tetîkkêşên medya û hêzên piştevaniya wan dikin, dipirsim:    * Heke beriya 5 salan ev wêne gihiştin ber destê we çima beriya bibin parlementer derbarê min de tu lêpirsîn nehatin destpêkirin? Di demekî ku ji twîttera ez parve dikim fezleke tên amade kirin de çima têkildarî mijarê di nava 3 sal û nîvên parlementeriya min de tu fezleke ji Meclîsê re nehatin ragihandin.    * Rojnamevanek van wêneyan çawa bi dest dixe? Gelo ev ‘rojnamevan’ ji ber qabilîyeta xwe gihiştiye van wêneyan, an jî ji alîyê polîs an jî saziya hikûmetê ve ji wî ra hatine servîskirin?    * Çawa dibe ku ev wêne ne di fezlekeyekê de ewilî di rûpeleke ‘rojnameyê’ de tên weşandin?   Îro mixabin êş û çîrokên jiyanê yên gel dikin amûrek ji armancên qirêj ên siyasî, komplo û hewldanên komplogerî yên hin kesên ku para xwe ji mirovahiyê negirtine. Ev nêzîkatiya ku wê ji aliyê tu wijdana ku ji mirovahiyê para xwe girtiye neyê qebûlkirin, careke din nîşan daye ku hêza em pê re rû bi rû ne, ti pêwendiya xwe bi exlaq, wijdan û nirxên civakî re nîne.    EZ Ê RÊYÊN HIQÛQÊ BI KAR BÎNIM   Diyar e ku wêneyên ku bi salan e di destê nîvenda desthilatdariyê de ne, piştî bi salan di çarçoveya komployeke siyasî de ji çapemenî û raya giştî re hatine servîskirin. Di sala 2014’an de tu têkiliyeke min a endametiyê bi HDP’ê re tune bû. Heta endamtiya min a sala 2018’an jî nebû. Her wiha dixwazim diyar bikim ku li dijî kampanyaya lînçkirinê û sûcdariyên qirêj ên ku rastiyan nîşan nade ez ê rêyên hiqûqî bi kar bînim.”