Di Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê de xwestin dozger were guhdarkirin 2022-01-10 15:38:50   RIHA - Dadgehê di Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê de xwest ku dozgerê demê yê Kerboranê Adem Kûl bê guhdarkirin, gazinkeran jî xwestin ku bersûc bên cezakirin.    Danişîna 24’emîn a doza weke JÎTEM’a Kerboranê tê binavkirin a derbarê windakirina Çawişê pispor Bîlal Batir a bi 7 welatiyên ku 3 jê zarok a di navbera 29’ê Cotmeha 1995 û 8’ê Adara 1996'an de li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê, li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Semsûrê hat dîtin. Di çarçoveya dozê de Fermandarê Tabûra Komando ya Cendirmeyan a Mêrdînê Hurşît Îmren, Fermandarê Cendirmeyan ê Kerboranê Mehmet Tîre, Fermandarê Cendirmeyan ê Navenda Kerboranê Mahmût Yilmaz, Cîgirê Fermandarê Qereqolê Haydar Topçam û Çawîşê Pispor Kerîm Şahîn ên wê demê jî di nav de 18 kes tên darizandin.  Di danişîna dozê de parêzerê mexdûran Erdal Kûzû û ji her malbatên mirovên jiyana xwe ji dest dane yek kes, parlementerê HDP’ê yê berê Behcet Yildirim û nûnerên Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Semsûrê amade bûn. Parêzerên hin bersûcan û Fermandarê Tabûra Komando ya Cendermeyan ê Mêrdînê yê wê demê Hûrşît Îmren bi SEGBÎS’ê tevlî danişînê bûn.    ‘JI BER KURD IN HÛN TIŞTEKÊ NAKIN’   Di danişînê de ewilî kurê Mehmet Emîn Aslan, Kasim Aslan axivî û xwest ku bersûc bên cezakirin. Dû re bavê Davût Altunkaynak ê di 12 saliya xwe de hat windakirin, Abdulazîz Altûnkaynak axivî, wêneyê zarokê xwe nîşanî şandeya dadgehê da û wiha got: “Kurê min hêj zarok bû, ma dikarî zirarê bide kê. Kujerên van zarokan li derve digerin. Heke ev zarok ji Ege, Trakya an Behra reş bûya hûn da derbarê sûcdaran de cezayê darvekirinê bixwazin lê ji ber kurd in hûn tiştekê nakin.” Birayê Nedîm Akyon, Ahmet Akyon jî wiha got: “25 sal in 24 car in em tên danişînan. Êdî divê encamek were girtin. Doz ji ber ewlehiyê veguhestin Semsûrê lê bersûc tu car nehatin tevlî danişînan nebûn.”   ‘POLÎTÎKAYÊN BÊ CEZATIYÊ’   Parêzer Erdal Kûzû jî diyar kir ku di 6 salên derbasbûyî de şandeya dadgehê bi bersûcan re tu têkilî nedanî û wiha got: “Ev doz dozeke ku polîtîkayên bêcezatiyê lê tê sepandine. Em dixwazin êdî biryar were dayîn.” Fermandarê Tabûra Komando ya Cendermeyan ê Mêrdînê yê wê demê Hûrşît Îmren ku bi SEGBÎS’ê tevlî danişînê bû, daxwaza beraeta xwe kir.    DANIŞÎN HAT TALOQKIRIN   Şandeya dadgehê piştî navbera hat dayîn, biryar da ku ji bo dozgerê demê yê Kerboranê Adem Kûl bê guhdarkirin muzakere were nivîsîn, daxwaza girtina derbarê bersûcan de red kir û danişîn taloqî 4’ê Nîsanê kir.