‘Em ne cenazeyan, wan bi xwe dixwazin’ 2022-01-10 16:13:57   AMED - Malbatên girtiyan ên di roja 56’an a Nobeta Edaletê de xwestin dengê wan were bihîstin wiha gotin: “Em ne cenazeyên wan, wan bi xwe dixwazin.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin bên berdan, li avahiya Baroya Amedê dane destpêkirin di roja 56’emîn de berdewam dike. Ji xizmên girtiyan Hasîne Guler diyar kir ku rewşa tenduristiyê ya girtiyên nexweş roj bi roj girantir dibe û wiha got: “Em ji bo girtiyên nexweş hemûyan di çalakiya edaletê de ne. Hem kurê min hem jî hevjînê min nexweş in, girtî ne. Hevjînê min 3 caran bi koronayê ket, jiyana xwe nikare bi tena serê xwe dewam bike. Gelekî nexweş in û rewşa wan giran e. Gelo çawa dibe ku girtiyên bi nexweşiyên ewqasî giran girtî têne hiştin.”   ‘EM Ê EDALETÊ PÊK BÎNIN’   Xizma girtiyên nexweş Nûray Abay jî wiha axivî: “Derdê me hemûyan hevpar e. Neviyê min jî du sal in girtî ye. Edalet nîne, maf nîne. Em dayik ji bo edaletê li hev civiyane. Ji bo girtiyên nexweş hemûyan em li vir in. Hêvîdarim ku em ê edaletê pêk bînin û wan rojan bibînin.”   ‘EM NE CENAZEYAN WAN BI XWE DIXWAZIN’   Ji xizmên girtiyan Încî Guler jî destnîşan kir ku yekane tişta ew dixwazin edalet e û wiha got: “Em çûn Enqereyê, êrişî me kirin. Heta ku ji bo zarokên me edaletê neînin em ê li vir bin. Em ne cenazeyên wan, em wan bi xwe dixwazin.”