Li Yuksekdag û 13 jinên din cezayê dîsîplînê hat birîn 2022-01-10 18:31:43   STENBOL - Li Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag û 13 jinên din ji bo bertek nîşanî mirina Garîbe Gezer dane, cezayê têkilî û ragihandinê yê mehekê hate birîn.    Lêpirsîna dîsîplînê ya piştî Garîbe Gezer li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Kandirayê jiyana xwe ji dest da, tevî Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag, Edîbe Şahîn, Gulseren Yildirim û Aysel Tûglûk derbarê 15 jinan de hatibû destpêkirin, temam bû.    DIVÊ HESAB BÊ DAYÎN   Yuksekdag, têkildarî lêpirsînê diyar kir ku tişta were lêkolînkirin divê mirina Gezer be û xwest ku berpirsyar werin dîtin û ji berpirsyaran re hesab bê pirsîn.    KURDÎ WEKE SÛC NIRXANDIN   Jinên ku têkildarî lêpirsînê wergirtina îfadeya wan hat xwestin, xwestin ku bi kurdî îfade bidin. Lê rêveberiya girtîgehê daxwaza jinan a îfadeya kurdî qebûl nekir. Rêveberiya girtîgehê parastina bi kurdî weke “propagandaya rêxistinê” nirxand û parastinên jinan negirt. Rêveberiyê israra jinan a di kurdî de jî wekî "bi tirkî dizanî lê xwest bi kurdî parastina xwe bike" nirxand û pêşniyar kir ku ev sucê ku tê îdiakirin hatiye qebûlkirin.      Her wiha berteka jinan a li hemberî mirina Gezer a bi awayekî komî jî hewl hat dayîn weke sûc bê binavkirin. Rêveberiyê ev rewş bi îdîaya ku 'hevgirtina rêxistinî' ye nirxand û xwest ku ceza ji sînorê jor were birîn. Pişt re ji aliyê Lijneya Dîsîplîna Girtîgehê ve cezayê "ji têkilî an jî amûrên ragihandinê bêpar hiştinê” li 14 jinên girtî hat birîn. Ji ber pirsgirêkên tenduristiyê ceza li Aysel Tûglûkê nehat birîn. Piştî cezayê hat birîn parêzerên jinan îtîrazî Dadgeha Înfazê ya Kocaeliyê kirin.