ROJEVA 11'Ê ÇILEYA 2022'YAN 2022-01-11 09:00:18 * Parêzer Rezan Sarica, diyar kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 23 sal in li Îmraliyê bi vîneke pir xurt li ber xwe dide û got: "Sekna Birêz Ocalan a li Îmraliyê, hîmê bingehîn ê demokrasî û azadiyê ye."   * Li Taxa Karaalî ya Rihayê, endezyarê çandiniyê Mûstafa Keskîner ku di seravaniya jeotermalê de dixebite, diyar kir ku torba gubreyê ku par bi 90 TL'yî bû niha bûye 330 TL û yê bi 270 TL'yî bû niha bûye hezar û 200 TL û got: "Firingiya bê ax çêdibe, bê gubre ne pêkan e."    * Endamê Desteya Rêvebir a Navendî ya Partiya Şoreşger Ûmût Açar, diyar kir ku ji bo tecrîda li Îmraliyê bê şikandin divê binpêkirinên mafan ên tên kirin li qada neteweyî û navneteweyî bên bihîstin. Endamê Desteya Rêvebir a Navendî ya SYKP'ê Halît Elçî jî destnîşan kir ku tecrîda li girtîgehan meseleya tevahiya raya giştî ya demokratîk e.    * Hunermendên li Cadeya Îstîklalê stranên kurdî disitrên diyar kirin ku ew bi zextên polîsan re rûbirû dimînin û amûrên wan tên desteserkirin û cezayê pereyan li wan dibirin.    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar wê di roja 309'emîn de berdewam bike.   * Danişîna doza rojnamevan Sadik Topaloglû û Sadiye Eser wê li Dadgeha Stenbolê were lidarxistin. (11.40)   * Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar wê di komcivîna partiya xwe li Meclîsê de biaxive. (12.45)    * Şaxa EgîtÎm Senê ya Mêrsînê wê têkildarî hefteya dersa hilbijêr li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (13.00)   * Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş ku li Baroya Amedê dane destpêkirin wê di roja 57'emîn de berdewam bike. (13.00-16.00)   * Akademîsyenên Ji Bo Aştiyê wê di salvegera 6'emîn de ku danezana "Em ê Nebin Şirîkî Vî Sûcî" li avahiya Egîtîm Sena Şaxa Jimara 6'an a Stenbolê civîna çapemeniyê li dar bixe. (13.00)    * Şaxa ÎHD'ê ya Wanê wê derbarê bûyerên îstîsmara ku ji aliyê leşker û polîsan ve tên kirin dê avahiya xwe daxuyanî bide. (13.00)   * Rêxistinên civakî yên sivîl ên li Amedê wê li têkildarî navê Devlet Bahçelî ku tê xwest li Daristana Bîranînê ya li Çiyayê Kirklarê bikin wê li ber Pira Deh Derî daxuyanî bidin çapemeniyê. (14.00)