Rojnameger Tallî: NY perçeyeke plana ambargoya li ser Mexmûrê ye 2022-01-11 10:21:41   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Weysî Tallî ku ambargoya li ser wargeha Mexmûrê nirxand û diyar kir ku NY li gorî raporên ku Tirkiye û PDK amade dikin gav davêje lê divê NY bixwe bê li wargehê çavdêrî bike.    Wargeha Mexmûrê ku li navçeya Mexmûrê ya girêdayî bajarê Misûlê yê Iraqê hatiye avakirin, 2 sal in di bin ambargoyê de ye. Mirovên ku di navbera salên 1993 û 1995'an de ji ber ferzkirin cerdevaniyê û valakirina gundan piraniya wan ji Şirnex û Colemêrgê koçber bûna li vê wargehê bi cih bûne. 12 hezar welatî li wargehê dijîn. Wargeh di sala 1998'an de ket bin sîwana Neteweyên Yebûyî (NY). Di sala 2014'an de dema ku DAIŞ'ê ket Misûlê saziyên NY û Iraqê wargehê terk kiribûn. Piştî ku nûnerên NY'yê terka wargehê kirin wargeh bû hedefa êrişên DAIŞ û Tirkiyeyê. Hewldanên êrîşan ên li dijî wargehê tenê bi leşkerî di heman demê de bi ambargoyan jî didomin. Piştî êrişa ku di 17'ê tîrmeha 2019'an de li dijî 3 peywirdarên Konsolosxaneya Tirkiyeyê pêk hat, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ambargo danî ser wargehê. Ev ambargo ji wê demê ve didome. Herî dawî di 27'ê kanûna 2021'an de hêzên Iraqê hewl dan dora wargehê bi têlan bigirin. Piştî bertekên kesên li wargehê ev hewldan hat bidawîkirin.    Rojnameger Weysî Talî ku li Herêma Kurdistanê dijî û geşedanên li Wargeha Mexmûrê ji nêz ve dişopîne, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.      SEDEMA AMBARGOYÊ DAXWAZA TIRKIYEYÊ YE   Weysî Tallî, diyar kir ku ji avakirina wê ve ambargoya li ser Wargeha Mexmûrê didome û herî dawî jî ji aliyê PDK'ê ve ambargo li ser wargehê hatiye danîn û wiha got: "Rexmî hemû hewldanên dîplomatîk jî heta niha tu hinceteke fermî ji bo ambargoyê nehatiye pêşkêşkirin. Her çiqas ji bo ambargoyê bûyera li Hewlerê bê nîşandan jî sedema bingehîn ne ew e. Sedema bingehîn daxwaza Tirkiyeyê ye. Piştî ambargoyê mexmûriyên ku li Hewlêr, Duhok, Zaxoyê dixebitîn ji karên xwe hatin derxistin. Di vê pêvajoyê de nêzî 3 hezar karker ji kar hatin derxistin. Welatiyên ku ji ber sedemên siyasî ji Tirkiyeyê hatibûn Başûr jî destûrên wan hatin betalkirin û hatin dersînorkirin."   PERWERDE Û TENDURISTÎ     Tallî, bal kişand ser pirsgirêkên tenduristî û perwerdeyê yên li Wargeha Mexmûrê û têkildarî mijarê ev tişt got: "Bi taybetî mafê xwendinê yê xwendekaran ji wan hat girtin. Hema bibêje xwendekarên ku nasnameya wan a NY'yê heye jî nikarin li Hewlerê biwînin. Her çiqas hin deman ji bo xwendekaran nermbûn çêbû jî di vê pêvajoyê de sîxurtî li xwendekaran hat ferzkirin. Hewla astengkirina anîna ziman a nêrîna xwendekaran hat astengkirin. Ji xwendekaran re tê gotin, 'Hûn ê tevlî tu çalakiyê nebin û dema ku li derdora we geşedanek çêbû hûn ê agahî bidin me. Heke nebe em ê destûr nedin ku hûn bixwînin'. Nexweş jî ji vê ambargoyê gelek bibandor dibin. Li gorî qanûnên navneteweyî mafê tenduristiyê tu demê nayê astengkirin lê vî mafî ji kesên ku li Wargeha Mexmûrê dijîn hat girtin. Ji ber ku hatin astengkirin du jinan di ber zayînê de jiyana xwe ji dest dan. Nexweş bi saetan di nuqteyên kontrolê de tên rawestandin."   ARMANCA AMBARGOYÊ   Di berdewamê de Tallî, da zanîn ku armanca ambargoya li ser Wargeha Mexûrê ji hev belavkirina wargehê ye û wiha pêde çû: "Tirkiye 5 caran bû hedefa êrişên Tirkiyeyê yên bi SÎHA'yan. Li dijî van êrişan ne Hikûmeta Iraqê ne jî PDK'ê bertekeke bimicid nîşan nedna. Armanca Tirkiyeyê ji hev belavkirina wargehê ye. Hewl dide vê bi PDK'ê û tirkmenan bike. Di vê çarçoveyê de gelek kesên li wargehê dijîn hatin binçavkirin û sîxurtî li wan hat ferzkirin. Bi vê ambargoyê hewl hat dayîn wargeh bê valakirin. Ji ber ku welatiyên li wargehê bibiryarên ku li vir jiyana xwe bidomînin hewl dan ku derdora wan bi têlan bigirin. Vê jî xwestin bi destê Hikûmeta Iraqê bikin. Bi berteka bihêz a gel ev hewldan hat sekinandin."   XEMSARIYA NY'YÊ YA JI BO WARGEHÊ   Tallî, herî dawî ev tişt got: "Di vir de tişta herî girîng bêdengiya NY'yê ya li dijî van hewldanan e. Mirovên li wargehê ji aliyê NY'yê ve weke penaberên siyasî hatine naskirin. Divê NY li dijî her cure êrişê parastina kesên li wargehê bike. Lê NY bêdengiya xwe ya li dijî êrişên Tirkiyeyê û pêvajoya ambargoyê didomîne. Ev jî nîşan dide ku NY perçeyeke vê planê ye. NY li gorî raporên ku Tirkiye û PDK amade dikin gav davêje lê divê NY bixwe bê li wargehê çavdêrî bike. Heta îro NY ne li dijî hewldanên Hikûmeta Iraqê ne jî li dijî hewldanên rêveberiya PDK'ê helwesteke zelal dananiye holê."   MA / Omer Akin