Malbata Şenyaşar: Em vê zilmê qebûl nakin 2022-01-11 10:22:17   RIHA - Malbata Şenyaşar a ku Nobeda Edaletê didomîne got: “Em vê zilmê qebûl nakin.”    Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) li ber Edliyeya Rihayê tevî hewaya sar jî di roja 309’emîn de berdewam dike. Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtîla vê peyamê parve kir: “Ji ber ku Hz. Yusuf hat tawanbarkirin wî avêtin zindanê. Em hem bi qetlîamê re rûbirû man hem jî bi tawanbariyê re rûbirû man. Tevî ku heqîqet derketiye holê jî yê ku malbata wî hatiye qetilkirin di hucreyê de ye û yên qetlîamê jî kirine li derve ne! Em vê zilmê qebûl nakin. Civak vê zilmê qebûl nake.”