Li Girtîgeha Jinan a Qeyseriyê binpêkirina ‘lêgerînê’ 2022-01-11 10:29:47   ENQERE - Girtiyên li Girtîgeha Jinan a Qeyseriyê, diyar kirin ku di hatin û çûyîna nexweşxaneyê de gelek lêgerîn tên kirin û dan zanîn ku heke ev rewş bidome wê dermakirinê qebûl nekin.    Girtiyên li Girtîgeha Jinan a Qeyseriyê tên ragirtin, diyar kirin ku dema diçin nexweşxaneyê du caran ser wan tê gerandin. Mûhlîse Karaguzel a 60 salî ku di lîsteya girtiyên nexweşên giran a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de ye û dema Hevserokatiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mûşê dikir hatibû girtin û niha li Girtîgeha Jinan a Qeyseriyê tê ragirtin, bi telefonê bi keça xwe Zîlan Karaguzel re axivî û ragihand ku dema diçin nexweşxaneyê hem gardiyan hem jî cenderme ser wan lêgerînê dikin.    LEGERÎNA JI DERVEYÎ RÛMETA MIROVAHIYÊ   Karaguzel, bi lêv kir ku ji lêgerîna jinên cenderme dikin aciz dibin wiha got: “Li dijî rûmeta mirovahiyê ser me digerin. Em vê qebûl nakin. Heke lêgerîn bi vî şiklî berdewam bikin em ê çûyîna nexweşxaneyê qebûl nekin.” Karaguzel, dazanîn ku biryara neçûyîna nexweşxaneyê ya hemû jinan e.