Polisan li Wanê 2 kesan binçav kirin 2022-01-11 11:51:30   WAN - Li navçeya Payîzavayê, polisan bi ser malan de girt û Endamê Meclisa Şaredariya Payîzavayê yê HDP'ê Cemal Aslan û welatiyê bi navê Mûstafa Kûşman binaçav kirin.    Li navçeya Payîzava ya Wanê, polisan di saetên serê sibehê de bi ser hin malan de girt. Polisên ku li malan lêgerîn kirin, Endamê Meclisa Şaredariya Payîzavayê yê HDP'ê Cemal Aslan û welatiyê bi navê Mûstafa Kûşman binaçav kirin. Aslan û Kûşman ku sedema binçavkirina wan nehat hînkirin polisan wan bir Miduriyeta Polisan a Bajar a Wanê.