Şahidê ku li ser rojnamevanan îfade daye 6 danişînin beşdarî dozê nakin 2022-01-11 13:15:02   STENBOL - Şahidê ku derbarê rojnamevan Sadiye Eser û Sadik Topaloglû de îfade daye, ev 6 danişînin beşdarî dozê nakin.   Danişîna 6’emîn a doza rojnamevan Sadiye Eser û nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Sadik Topaloglû bi îdiaya ku “endamên rêxistinê ne” tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê hat lidarxistin. Eser û Topaloglû beşdarî dnaişînê nebûn û parêzerên wan Ozcan Kiliç 3u Siyabend Dunlayici amade bûn.    Parêzer Ozcan Kiliç, diyar kir ku li gel ku ev 6 danişînên pêk tên jî şahidê ku derbarê miwekîlên wî de îfade daye neanîn danişînê û dadgehê lê guhdar nekiriye. Kiliç got dadgehê biryar da ku bi darê zorê wî bînin dozê lê belê ew her tim ji îfade dayînê direve û dosye hatiye wê astê ku were betalkirin.    Parêzeran xwest ku miwekîlên wan werin beraetkirin. Dadgehê xwest ku şahid bînin danişînê û sepana qedexeya derketina derve ya li ser Eser û Topaloglû jî dê berdewam bike û danişînê taloqî 12’ê gulanê kir.