Di Nobeta Edaletê de ji bo girtiyan daxwaza azadiyê hat kirin 2022-01-11 17:06:35   AMED - Malbatên girtiyan ên Nobeta xwe ya Edaletê didomînin, xwestin xizmên wan azad bibin û bertek nîşanî ferzkirina “poşmantiyê” dan.    Çalakiya malbatên girtiyan ku ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin bên berdan, li avahiya Baroya Amedê dane destpêkirin di roja 57’emîn de berdewam dike. Hevserokê Giştî yê Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) Husnu Yildirim, Sekretera jinan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Done Gevher Koyûn û gelek nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî serdana malbatan kirin.    ‘DIVÊ HERKES HELWESTÊ NÎŞANÎ BÊHIQUQIYÊ BIDE’   Xwişka Abdulselam Guler ê girtî, Încî Guler di serdanê de axivî. Guler, diyar kir ku di hevdîtina vekirî de lêgerîna nava dev li wan ferzkirine.    Sekretera Jinan a KESK’ê Done Gevher Koyûn jî diyar kir ku pêkanînên li ser girtiyên nexweş nayên qebûlkirin û wiha got: “Li dijî vê bêhiqûqiyê ne tenê malbatên girtiyan divê herkes helwestê nîşan bide.”   ‘GIRTÎGEH WEKE SAZIYÊN ÎŞKENCEYÊ LÊ HATINE’   Hevserokê Giştî yê SES’ê Husnu Yildirim, dazanîn ku nêzî 600 girtiyên nexweş hene û wiha axivî: “Divê ev nexweş bi awayekî herî baş werin dermankirin. Ji ber vê yekê em hewl didin Wezareta Dadê, raya giştî û civaka navneteweyî agahdar bikin.”    Rêveberê Şaxa SES’ê yê Şirnexê Mûrat Ozbey jî wiha got: “Heta ku di doza malbata Şenyaşar û Roboskê de darizandinên adilane pêk neyên em nikarin behsa demokrasî û edaletê bikin.” Ozbey, dazanîn ku girtîgeh weke “saziyên îşkenceyê” lê hatine û wiha axivî: “Tabî di kevneşopiya zindanan de li dijî van zextan kevneşopiyeke berxwedanê heye. Li dijî van tiştên diqewimin divê em rêxistinkirina xwe mezin bikin.”   Xizma girtî Reşahat Ada, destnîşan kir ku heta azadiya zarokên wan pêk were wê çalakiyên xwe bidomînin û wiha got: “Zarokên me 30 sal in di girtîgehê de ne. Wê ji ji poşman bibin? Ji ber ne poşman in înfazên wan tên şewitîn. Ma ev edalet e? Em aştî û edaletê dixwazin.”   Xizma girtî Nûray Abay jî wiha axivî: “Heke ez ji bo xizm û cîranê xwe yê girtî neyêm û nerûnim ez ê ji bok ê rûnim? Heta ku em encam bigirin em li vir in. Heta ku derê biçe bila biçe.”   WAN    Çalakiya malbatên girtiyan a li Baroya Wanê jî dane destpêkirin di roja 33’yemîn de berdewam dike. Rêxistina HDP’a Qelqeliyê û gelek nûnerên saziyên sivîl ên civakî di nava rojê de serdana malbatan kirin. Hevseroka HDP’a Qelqeliyê Sakîne Kûtpinar, bal kişand ser rewşa zextê ya li Tirkiyeyê û destnîşan kir ku girtiyên nexweş weke “rehîneyên siyasî” tên girtin.    ‘DAXWAZÊN WAN DAXWAZÊN ME NE’   Kûtpinar, dazanîn ku binpêkirinên li girtîgehan her ku diçe zêde dibin û wiha got: “Hemû girtiyên siyasî ji ber qala demokrasî û hiqûqê kirin û aliyê mafên mirovan ên bingehîn cih girtin di girtîgehê de tên ragirtin. Em dixwazin girtî demildest bên berdan. Daxwazên wan daxwazên me ne.”