Girtiyê nexweş Başaran tedawiyê qebûl nekir 2022-01-11 18:13:07   RIHA -  Girtiyê nexweş Nûrettîn Başaran ê ji sedî 78 astengdar ku ji Girtîgeha Sêwreg a Tîpa T'yês ewqî nexweşxaneya Rihayê hatibû kirin, tedawiyê red kir.    Girtiyê nexweş Nûrettîn Başaran ê ji sedî 78 astengdar, duh danê nîvro ji Girtîgeha Sêwreg a Tîpa T'yê sewqî Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Mehmet Akîf Înan a Rihayê hatibû kirin. PIştî sewqkirinê îdareya girtîgehê telefonî malbata Başaran kir. Piştî vê birayê wî Mehmet Başaran û hevjîna wî Kanya Başaran ji navçeya Cizîr a Şirnexê çûbûn Rihayê. Malbat piştî hat Rihayê hevdîtin bi dozgerê Girtîgeha Sêregê re kir. Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Rihayê jî alîkariya malbatê kirin. Malbatê piştî destûr ji dozgeriyê wergirt, li nexweşxaneyê hevdîtin bi Başaran re kir.    Bira Mehmet Başaran, destnîşan kir ku birayê wî emeliyat red kiriye û ji ber vê cardin wî birine Girtîgeha Sêwregê. Başaran, diyar kir ku tiliyên nigê çepê yê birayên wî reş bûne û got: "Rewşa birayê min nebaş e. Birayê min nikare bi tena serê xwe bijî. Em dixwazin bê berdan. Bila wî berdin em ê lê miqate bin. Divê tedawî bibe, tedawiya fizîkê."