Malbata girtî Batû bi daxwaza 'mudaxileya lezgîn' serî li Wezareta Dadê da 2022-01-11 22:41:05   MÊRDÎN - Malbata girtî Hogir Batû ku li Girtîgeha Îdir a Tîpa S'yê dest û pêyên wî hatibûn girêdan û hatibû îşkencekirin, ji bo "mudaxileya lezgîn" serî li Wezareta Dadê da.    Girtî Hogir Batû ku gava ji Girtîgeha Jimare 1 a Amedê sewqî Girtîgeha Îdirê ya Tîpa S'yê hatibû kirin, di dema sewqkirinê de dest û pêyên wî hatibûn girêdan, li têketina girtîgehê lêgerîna tazî lê hatibû ferzkirin û hatibû derbkirin. Batû li dijî van binpêkirinan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribû. Çalakiya greva birçîbûnê ya Batû 19 roj in didome.   Her wiha gardiyanên ku serê Batû şikandibûn jê re gotibûn "te hê xwe nekuştiye?"   Dêya Batû ji ber van tahde û binpêkirinên mafan serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Baroya Îdirê û Wezareta Dadê da. Dayik Zahîde Batû, diyar kir ku kurê wê tê îşkencekirin û bi maumeleyeke pir xirab re rû bi rû dimîne. Dayik Batû, di serlêdanê de destnîşan kiriye ku rêvebiriya girtîgehê xwekuştinê li kurê wê ferz dike û daxwaznameyên wî esas nayên girtin û gotiye: "Fikarên min hene. Jiyana kurê min di xetereyê de ye û demildest divê mudaxileyî vê yekê bê kirin. Ji ber vê dixwazim demildest tevdîr bên girtin û derbarê musebîban de lêpirsîn bê destpêkirin."