Parêzerê Zara Mohammedî: Biryara dadgehê ne qanûnî ye 2022-01-12 09:09:38 WAN - Li Îranê, Zara Mohammedî ji ber dersa kurdî dabû 5 sal ceza lê hatibû birîn û hatibû girtin. Parêzerê wê Ciwamêr Abdullahî, destnîşan kir ku biryara hatiye dayîn ne biryareke hiqûqî û qanûnî ye.  Li Îranê mamosteya kurdî û aktivîst Zara Mohammedî, ji ber ku dersa kurdî dabû 5 sal ceza lê hatibû birîn. Mohammedî ku seroka saziya sivîl Nojînê ye, di 23'yê Gulana 2019'an de li bajarê xwe Senendecê hatibû binçavkirin û paşê hatibû girtin. Mohammedî 6 mehan di girtîgehê de mabû û di 2'yê Kanûna 2019'an de bi bedêla 700 milyon riyalî hatibû berdan. Paşê Dadgeha Şoreşê ya Senendecê di 14'ê Tîrmeha 2021'ê de bi îdiaya "avakirina komeke dijî dewletê" 10 sal ceza li Mohammedî birîbû. Di Cotmeha 2021'ê de jî Dadgeha Temyîzê ya Senendecê cezayê ku Dadgeha Şoreşê li Mohammedî birîbû daxistibû 5 salan. Mohammedî, piştî 5 sal cezayê wê hat erêkirin di 8'ê Çileyêd e hatibû girtin û wê xistibûn girtîgeha jinan.    ‘DI DOSYEYÊ DE TU SÛC TUNE YE'   Parêzerê Mohammedîyê Ciwamêr Abdullahî ku 16 sal in li Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Kurdistanê akademîsyen e, hêla hiqûqî ya girtina Mohammediyê nirxand.      Abdullahî, anî ziman ku karê sereke yê Mohammedî xebatên zimanê zikmakî ne û di qanûnên Îranê de ji xeynî zimanê farisî, mafê perwerdehiya bi zimanên din jî heye, lê belê di dosyeya Mohammediyê de têkildarî vê sûcek jî tune ye. Parêzer Abdullahî, bilêv kir ku dadgehan derpêş kiriye ku Mohammedî ji bo Partiya Karker-Komunîst a Îranê û Partiya Demokratîk a Kurdistanê xebitiye û got: "Min, gava li dosyeyê mêze kir min sûcekî ku li dijî Rejîma Îranê hatibe kirin tê de nedît. Lê Dadgeh jî dibêje Zara komeke bi navê Nojîn ava kriye. Min jî got, jixw eev kom bi destûra dewletê xebatên xwe didomîne. Jixwe di misyona vê komê de dayina perwerdehiya bi zimanê zikmakî heye. Rejîma ku serlêdana komeleyê nirxandiye ev yek qebûl kiriye."    ALÎKARÎ WEKÎ SÛC HATIYE HESIBANDIN   Parêzer Abdullahî, da zanîn ku dadgehê alîkariya ku Mohammedî ji bo mexdûrên lehiya li Loristanê berhev kirine û di dema alîkariyê de kincên herêmî li xwe kirine jî sûc hesibandiye. Abdullahî, destnîşan kir ku alîkariya ku Mohammedî kiriye alîkariyeke mirovî ye û tu sûcî di xwe d enahewîne. Abdullahî, ji bo kincên herêmî yên Mohammedî yên sûc hatine hesibandin jî bilêv kir ku Mohammedî gava çûye girtîgehê jî bi wan kincan çûye û got: "Lê dadgeh diyar nake ku Mohammedî ji bo kîjan komê xebitiye. Têkildarî koma Nojînê, tu sûc di dosyeyên dadgehan de tune ne. Lê ya tê kirin binpêkirina hiqûqê ye. Ev nakokiyek e. Kîjan kom? Endamên wê kî ne? Dadgeh nikare van pirsan bibersivîne. Navê komê tune ye, endamên wê tune ne lê dadgeh radibe tenê Zarayê wekî kom dihesibîne."    Abdullahî, da zanîn ku heya niha di warê hiqûqî de çi hebin kirine, lê dadgehê bê delîl ceza li Mohammediyê biriye. Abdullahî, destnîşan kir ku di biryara dadgehê de têkildarî perwerdehiya bi kurdî de tu tişt nehatiye diyarkirin, tenê bi avakirina komekê tê tawanbarkirin lê koma pê tê twanbarkirin jî nediyar e. Abdullahî got: "Ez hiqûqnasek im. Bi van pirsan re rû bi rû dimînim: Li Îranê gelek komên di warê zimanê zikmakîd e hene. Çima kes ji wan koman nayê girtin, lê Zara tê girtin? Min ev pirs ji dadgehê jî kir, lê nabersivîne. Du 2 dadgerên doza Zarayê hene. Ez çûm cem yekî ji wan. Dadger ji min re got, 'Tu sûcekî Zarayê tune ye. Me ji polîsan delîl xwestin, lê gotin tune ye.' Yanî li gor qanûnê diviyabû Zara beraet bike. Lê paşê rejîmê ev dadger ji dozê girt. Dadgerekî din xist şûna wî. Axirê çendî dadgehê ev biryar dabe jî, lê ne biryareke hiqûqî û qanûnî ye."    ‘EZ Ê DI GIRTÎGEHÊ DE DERSÊ BIDIM'   Abdullahî got: "Biryara dadgehê çi dibe bila bibe, lê dîrokê nivîsî jineke bihêz ûs erbilind Zarayê ji ber ku bi kurdî perwerdehî daye hatiye girtin."    Aabdullahî, bilêv kir ku roja ku dê Mohammedî biçûne girtîgehê çendî bang nekriibû jî gelek eks çûbûn ber girtîgehê û kesên hatibûn wira gotibûn bila Zara neyê girtin, ji dêvla wê çi qas pere ehwce be dê bidin û got: "Lê Zarayê got, 'ez ji bo zimanê xwe yê zikmakî dikevim girtîgehê, ne ji ber sûcekî. Lewma hewce nake. Ji bo min tu ferqa girtîgehê û pritûkxaneyê tune ye. Ez ê li girtîgehê perwerdehiyê bidim kesên bi zimanê xwe yê zikmakî nizanin.'"   MA / Dîndar Karataş