Malbata Şenyaşar: Em ê serê xwe li ber zilmê netewînin 2022-01-12 12:50:35   RIHA - Malbata Şenyaşar a ku Nobeda Edaletê di roja 310’emîn de berdewam dike got: “Me serî ji zilmê re netewand û em ê netewînin.”    Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) a li ber Edliyeya Rihayê di roja 310’emîn de berdewam dike. Dayika Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêkên tenduristiyê beşdarî nobedê nebû. Ferît Şenyaşar wek her sibehê îro jî hat ber edliyê û dest bi nobedê kir.    Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal vê peyamê belav kir: “We êşa herî mezin bi serê malbata me ve anî. Her kes ji ber vê zilmê xemgîn e. Lê xemgînî tiştek naguherîne. Me serî ji zilmê re netewand û em ê netewînin. Em ê baweriya xwe ji bo edaletê biparêzin.”