Nobeta Edaletê: Em ê li her derê li ber xwe bidin 2022-01-12 16:02:00 AMED/WAN - Malbatên girtiyan ku 58 roj in Nobeta xwe ya Edaletê didomînin, bi lêv kirin ku heta girtî azad bibin wê li hemû qadan li ber xwe bidin.    Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin bên berdan, dane destpêkirin, di roja 58’emîn de berdewam dike. Di nobeta îro de nameya ku kurê Fevziye Kolakan, Ahmet Kolakan ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2’yan a Bandirmaya Balikesîrê tê ragirtin ji dayikan re şand, hat xwendin.    Xizma girtiyan Încî Guler jî diyar kir ku 58 roj in di nobetê de ne û wiha got: “Em 58 roj in di nobeta edaletê de ne lê tu deng ji rayedaran dernakeve.” Guler, dazanîn ku dema gotubehs dibin girtiyên siyasî qanûn tên binpêkirin û wiha axivî: “Heta ku daxwazên me werin bicihanîn em ê nobeta xwe bidomînin.”   ‘EM Ê LI HER DERÊ LI BER XWE BIDIN’   Xizma girtî Reşahat Ada jî destnîşan kir ku heta daxwazên wan neyên qebûlkirin wê çalakiya wan berdewam bike û wiha axivî: “Em ê ji bo zarokên xwe vê çalakiyê bidomînim. Em ê qet dest ji nobetê bernedin. Ez bang li Wezareta Dadê û Serokkomariyê dikim; çend roj çêbûn çima rojekê dengê me nayê bihîstin, çima nayên cem me? Heke hewce bike em ê ji bo zarokên xwe biçin mirinê. Ji bo zarokên xwe li tax li kolan li pêş edliyeyê li her derê em ê li ber xwe bidin.”   WAN    Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan li Baroya Wanê dane destpêkirin jî di roja 34’emîn de berdewam bike. Rêxistina HDP’a Westanê di nava rojê de serdana malbatan kir. Rêveberê HDP’a Westanê Basrî Arslan di serdanê de axivî û bi lêv kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan li ser hemû civakê belavbûye û anî ziman ku rêya şikandina vê tecrîdê di têkoşînê de derbas dibe.    ‘WÊ BI SER NEKEVIN’   Arslan, dazanîn ku dewletê zextên xwe zêde kiriye, herî zêde li girtîgehan van zextan pêk tîne û wiha got: “Armanc ewe ku civakê bi rêya tecrîdê biçewisîne. Ji bo şikandina vîna civaka ku di nava berxwedanê de ye serî li polîtîkayên tepisandinê didin . Em dizanin ku bi sepandina van zext û tecrîdê, çawa ku di dîrokê de mînakên wê hebûn wê encam negirin û wê bi ser nekevin.”