Komîsyona Têkel, dê di 20'ê Çileyê de ji bo Guzelê kom bibe 2022-01-12 17:58:55   ENQERE – Komîsyona Têkel, dê têkildarî "betalkirina bêrîtiya Parlementera HDP'ê Semra Guzelê di 20'ê Çileyê de li hev kom bibe.    Roja civîna ji bo "betalkirina bêrîtiya" Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzelê diyar bû. Komîsyona Têkel a ji Komîsyona Dad û Qanûna Bingehîn pêk tê, dê di 20'ê Çileyê de têkildarî mijarê li hev kom bibe.    Di nivîsa bi îmzeya Serokê Komîsyona Têkel Bekir Bozdag hat şandin de, dê di 20'ê Çileyê roja pêncşemê civîn li Avahiya Têkiliyên Gel bê lidarxistin.   ZÛZÛKA HATIBÛ AMADEKIRIN     Çapemeniya îqtidarê wêneyên Guzelê yên di sala 2014'an de bi Volkan Bora yê PKK'yî re hatibûn kişandin serwîs kiribûn û operasyoneke lînçkirinê dabû destpêkirin. Piştî wêneyên di 8'ê Çileyê de hatibûn serwîskirin, bi du rojan, di 10'ê Çileyê de, tavilê derbarê Guzelê de fezleke hatibû amadekirin û ji Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê re hatibû şandin.    Fezleke, îro ji Komîsyona Têkel re hat şandin û roja civînê hat diyarkirin.