Amedpsorê şeva piştevaniyê li dar xist 2022-01-12 23:07:47   AMED - Serokê Desteya Rêvebir ê Amedsporê Selahattîn Yildirim ku di şeva piştevaniyê ya Amedsporê de axivî, got: "Amedspor, ji tîmeke fûtbolê wêdetir sembola helwestekê ye û qethiyen wê dev ji vê helwesta xwe bernede."    Kulûba Sporê ya Xebatên Sportîf a Amedê (Amedspor), li oteleke navçeya Yenîşehîr a Amedê şeveke piştevaniyê li dar xist. Rêxistinên civaka sivîl, parêzvanên mafên mirovan, serokên rêvebiriya Amedsporê yên berê û karsaz tevli şeva piştevaniyê bûn.    Serokê Desteya Rêvebir a Amedsporê Selahattîn Yildirim ku di şeva piştevaniyê de axivî got: "Gava rêvebir dest bi heyamê dikin, dizanin rêyeke dirêj û zehmet e. Lê rêya me di heman demê de bi hevrazekê dest pê dike."    ‘AMEDSPOR SEMBOLA HELWESTEKÊ YE'   Yildirim, anî ziman ku tevî hemû pirsgirêkên kulûbê jî nîviyê lîga 2'yan qedandine û ji roja dest bi kar kirine heya niha bi dirûşmeya "Em ê bi hev re bi ser bikevin" dixebitin. Yildirim, diyar kir ku bi branşên xwe yên fûtbola jinê, basketbola bêasteng û pergala xwe ya binesaziyê li herêmê tekane kulûb in û li Tirkiyeyê jî kulûbeke rolmodel a kêmpeyda ne û got: "Em hem di hemû branşan de ji bo serketina xwe ya sportîf tevdigerin hem jî em hewl didin berpirsiyariyên xwe yên darayî pêk bînin. Me ev şev, ji bo em di nîveka dudoyan a heyamê de li ser pêyan bimînin û ji bo em xeydan û dilmayinên xwe deynin hêlekê me li dar xist. Amedspor, ji tîmeke fûtbolê wêdetir sembola helwestekê ye û qethiyen wê dev ji vê helwesta xwe bernede."    BANGAWAZÎ JI BO AMEDSPORÊ   Paşê Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) Mehmet Kaya axivî. Kaya, destnîşan kir ku Amedspor li gor kulûbên din di şert û mercine zehmetir de têdikoşe û di van şertan de jî ber bi şampiyonayê ve diçe. Kaya, ji bo piştgiriya Amedsporê bang kir û got: "Em malavayiya her kesî dikin ku hewl didin tîma vî bajarî li ser pêyan bihêlin. Kulûbeke alîkariya wê neyê kirin, ne pêkan e ku li ser pêyan bisekine. Ji bo serketina Amedsporê, çi ji destê me bê divê em bikin."    Şeva piştevaniyê bi stranên hunermend Mehmet Atli bi dawî bû.