137 roj in cenazeyê zarokên xwe dixwazin: Tu ferqa AKP û PDK'ê tune ye 2022-01-13 09:04:08 NAVENDA NÛÇEYAN - Malbatên ku 101 rojin ji bo cenazeyên zarokên xwe bistînin li ber Deriyê Sînor ê Sêmalka di çalakiyê de ne gotin: "Ji bo me tu ferqa AKP'ê û PDK'ê nîne. Heta 10 salên din jî cenazeyan nedin em ê li vir bin."  Di kemîna hêzên taybet ên çekdar ên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de, di operasyona derveyî sînorê Tirkiyê ya di navbera 28-29’ê Tebaxê de li herêma Xelîfanê ya Herêma Kurdistana Federal, 5 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dabûn, yek ji wan birîndar bû û 2  endamên HPG’ê jî sax rizgar bûn. Hêzên PDK'ê yên ku cenazeyên endamên HPG'ê desteser kirin, 137 roj in cenazeyan nadin malbatên wan. Di heman demê de Partiya Demokrat a  Kurdistanê (PDK) di 16’ê Kanunê de, ji ber nobeta dayikên aştiyê ya 101 roj in li ber deriyên sînor ên Sêmalka û El Welîd ên di navbera başûr û rojavayê Kurdistanê de girtin û ambargo danî ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Li dijî nedayina cenazeyan bêdengiya PDK'ê jî berdewam dike û heta niha li ser bûyerê bi tu awayî daxuyeniyeke fermî ji raya giştî re parve nekiriye. Çalakiya ku sê demsalin berdewam dike, bi beşdarbûn û piştgiriyeke mezin didome. Malbatên ku bi rojanin radestkirina cenazeyên zarokên xwe daxwaz dikin bertek nîşanî PDK'ê dan û gotin ku heta cenazeyan distînin ew ê çalakiya xwe bidomînin.      'CENAZE RADESTÎ TIRKIYEYÊ KIRINE'   Endama Komîteya Amadekar a Kon Fatma Husên, anî ziman ku tevî hemû şert û mercên dijwar û giran di berdewamkirina çalakiyên xwe de bi biryar in û wiha axivî: "Îro 101 roj in çalakiya me ya Sêmalka berdewam dike. Piştgirî, serdan û beşdarbûna çalakiyê jî berdewam dikin. Ji herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyêyê hemû sazî û dezgeh tên û piştgiriyê didin. Heta ku cenazeyên me radestî me dikin em ê çalakiya xwe bidomînin. Sedema nedayîna cenazeyan a PDK'ê tê wateya ku cenaze radestî Tirkiyeyê kirine. Îxaneta PDK'ê berbiçave. Ji Berîtanê heta komkujiya Xelîfanê xiyaneta PDK'ê didome. Hevalê Tolhildan bangawazî ji wan re kir û got,'Nekevin xeta xiyanetê. Em birayê hevin. Bila şerê birakujiyê çênebe' Lê belê bi şehîd xistina heval Tolhildan bersiv dan. Em ji hêzên navnetewî re bang dikin ku bi PDK'ê re hevdîtinan bikin û cenazeyên me radestî me bikin."   'PDK HEVALBENDÊ TIRKIYEYÊ YE'   Ji çalakvanan Miha Zoro, bi lêv kir ku PDK bi nedayina cenazeyan daxwaziyên Tirkiyeyê pêk tîne û got: "Ev sed roj in ji bo ku cenazeyên me radestî me bikin em li vir di çalakiyê de ne. Lê mixabin kesek dengê me û daxwazên me guhdar nake. Kesek nabêje ku sedemê çalakiya van çiye. Ji demsala havîn, payîz heta zivistanê em di bin van konan de ne. Lê mixabin herkes bêdenge. Ji bo ku balê bikişînin li ser vê rewşa heyî em her roj kom bi kom tên vê derê. Heta 10 salên din jî cenazeyan nedin em ê li vir bin. Heta dawiyê em ê pey cenazeyên şehîdên xwe bin. Em pey şopa wan in. PDK hevalbendê Tirkiyeyê ye. Rêveberiya Herêma Kurdistanê jî li gorî siyaseta Tirkiyê tevdigere. Ji bo me tu ferqa AKP'ê û PDK'ê nîne."   'AKP ÇI DIKE, PDK JÎ WÊ DIKE'   Endamê Meclîsa Bajarokê Topis a girêdayî Amûdê Fazil Cuma jî diyar kir ku heta ku cenazeyan nestînin ew ê çalakiya xwe bidomînin û wiha axivî: "Heta ku em çareseriyekî dibînin em ê çalakiya xwe bidomînin. Dayikên şehîdan doza kezeba xwe dikin. AKP çi dike, PDK jî heman tiştî dike. Nedayina cenazeyan plana AKP'ê û PDK'ê ye. Eger PDK ne kurd bûya, nediçû zora me û me şermezar nedikir. Niha kesekî/e biyanî dijminahiya min bike ne pirsgirêk e. Lê gava kurd dijminatiya kurdan bike nayê qebûlkirin. Êdî bes e. Heger ku em ne bibin yek wê ev zilma li me tê kirin dê bidome. Bira birayî dikuje. Ma ev kuştin wê berdewam bike? Ev çend mehin em li virin. Lê ne bersivek didin û ne jî daxuyaniyekî didin, ne dibêjin cenaze li cem me ne û ne jî dibêjin me qetilkirine. Ew ê heta kengî bêdeng bimînin? Girtina sînor jî planeke wan e. Li hêcetan digeriyan ku sînor bigirin. Hêvî dikin ku dawî li van pêkanîn xwe bînin."   MA / Zeynep Dûrgût